Languages: English ‏سۆرانی‎

Êrîşa li ser baregahên HDK û HDK Îranê şermezar dikîn

Îro 8ê Îlona 2018an, balefirên şer yên rejîma komara Îslamî yaÎranê êrîşî ser her du baregahên PDK û PDK Îranê kirin. Di encama êrîşê de hejmarek kadir û pêşmerge şehîd û birîndar ketin.

Rejîma dagûrker a Îranê di demekî de di kûratiya arîşe ûqeyran û alozîyên navxweyî yên xwe da û herweha kirîza navbera xwe û duniyaya nêvdewletî de maye asê û ber bi herifînê ve diçe, dixwaze bi rêya êrîş û pelemardana hêzên berhelistkar û xelkê me hêz û desthelata xwe nîşa bide.

Careke din ev rasî eşkere bû ku rejîmên dagîrkerên Kurdistanê di her dox û rewşekê da bin, di her qeyran, kirîs û arîşeyekê debin, êrîşkirina li ser xelk û xebatkerên Kurdistanê bi erkê xwe yê sereke dizan e.

Ji aliyekî Tirkiya û bi rewşa xwe ya lerizî û nerehet ya aborî, civakî û siyasî ve beşeke başûr û rojavayê Kurdistanê jî dagîr kiriye û bi hemû şiyanên xwe hewl dide destkeftiynê gelê Kurdistanê ji nav bibe. Ji alîyê di jî, rejîma Îranê serbarê tev qeyranên navxweyî û herêmî û nêvdewletî, li biryarên lidarvekirina çalakvanên kurd û êrîşkirina ser ax û xelkê Kurdistan û bombekrina bingeh û baregahên partiyên rojhilatê Kurdistanê di kûratiya başûrê Kurdistanê nesekinî ye û dev bernedaye.

Êdî ti şik û guman têde nemaye ku dagîrker ti cudahîyê dinavbera Kurdistanê de nakin û her derfetek jê re ferahem bibe ji erîş û pelamarên xwe berdewamîyê didin.
Hemû avên han ew rastî û pêdiviyên mêjûyî û setratîjîkê piştrast dikin ku êdî ji zû ve demê wê hatiye ku part û hêzên Kurd û Kurdistanî pêngavên ciddî ji bo zêtir hemahengî û pêkanîna yekîtiya neteweyî û niştîmanî biavêjin.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK e, Êrîşa tawankar ya rejîma komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û baregahên Hizba Demokratîk ya Kurdistan û Hizba Demokratik ya Kurdistan Îranê mehkûm û şermezar dikin. Li ber giyanê cangorî û şehîdên vê tawanê serê rêz û wefadarîyê ditewînin, sersaxiyê li xwe û gelê Kurdistan, kesûkar, malbat û hevalên wan dikin. Herweha şîfa û derbazîbûnê li birîndaran re dixwazîn.

Careke din jî dubare dikin ku Em dê wek çawa ji kar û xebata xwe ya ji bo daxwaziya yekîtî û yek rîzîya neteweyî berdewamîyê bidin, di heman dem jî de tawan û zulma dagîrkerên Kurdistanê şermezar dikin û bêdeng nabîn.

Êrîşa li ser baregahên HDK û HDK Î. Sorani
Kongreya Neteweyî ya Kurdisyan KNK