Languages: English ‏سۆرانی‎

Qetilîama Halabce ya 16 Adara 1988 de hîn di zakîreya gelê Kurd de zindîye, lê dewletên dagirker planên qetlâmên nû dikin!

Roja16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê di êrîşa qirkirinê de ya bi çekên kîmyewî hate kirin bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kurd birîndar û derberder bûn. Qetlîma Halebce di dîroka gele kurd de, ne ya pêşîye û wa dîyare dê ne ya dawîbe jî! Qetlîamên bi vî rengî ji alîyên dewletên dagirker yên hov bi mebest û armanca ji holê rakirina gelê kürde da ku ti tiştekî bi navê kurd nehêle û nebe xwedî statü û xwedî nasname.

Her çendîn Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş û hovane û bi hişmendiya nijadperest yê bû jî, qetlîama Halebce jî cîhanê re nîşan da ku dijminatiya li hemberî gelê Kurd çiqasî kûr e. Bi hezaran Kurd, jin, mêr, zarok û kalepîr bi çekên kîmyewî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev komkujî li ber çavên cîhanê hat kirin û tu dewlet li dijî wê derneket. Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Ewropa û dewletên din li hemberî vê komkujiyê bêdeng man. Tenê dema ku berjewendiyên wan kete bin metirsîdarîyê denge xwe li hemberî rejîma faşist û diktatör ya Saddam bilin kirin.

Îro jî heman senaryo ji alîyê dewletên dagirker ve tê dubarekirin. Di van rojên salvegera qatlîama Halabce de dewletên dagirker, di serîde dewleta tirk rejîma diktator û nijadperest ya AKP-MHPê serkêsîyê ji bo amedekarîyên planên nû yê qetlîam û qirkirina gelê kurd dike û dixwaze hukûmeta Irakê ya navendî jî tevî van planan bike, jixwe Hukûmeta herêmê û hêzên PDKê di seride tevî van planan de ye. Ev planên têne amadekirin metirsîyek û tehlukeyên gelekî mezin li hemberî her çar perçeyên kurdistanê ye û li hemberî hemû berjewendîyê gelê kurd e.

Lewra em bangewazîyê li hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, sazîyên civakî û li hemû kesayetîyên welatparê û xwedî wijdan dikin kul i hemberî planên dagirkerîyê helwestê wergirin û bê deng nemînin. Em ancax bi vî rengî karibin li şehîdên Halebceyê xwedî derkevîn û pêşî li qetlîamên weke ya Helebceyê bigrin û parêztina berjewendîyên gele kurdistanê bikin.

Em bi hemû hestên xwe yên welatparêzî şehîdên Helebceyê bi bî tînin û soz didin ku emê erka xwe bo yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin û li dijî qetlîamkar û dijminê qirker têbikoşin.

Konseya Rêvebir ya KNKê