Languages: English ‏سۆرانی‎

Serdan û Hevdîtinên Turkîyê bi Êraqê re, Nîyet û Lêgerînên Xirab!

Eve demeke rayedarên dewleta Tirk bê navber diçin Êraqê û dixwazin hukumeta Êraqê jî bikin şîrîkê xwe yê şerê dijê gelê Kurd. Dewleta Tirk bi hemî îmkan û tiwanên xwe ve êrîşê Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê û deskevtên gelê Kurd dike. Dewleta Tirk li kû devera Cihanê be bila bibe, dijê hemî Kurda ya dijê hemî deskevtên Kurda ye, dixwze hemî Kurdan qir biki. Jibo dewleta Tirk, Kurd dijminin û divê Kurdîtî li ser rûyê Cihanê nemîni. Ji damezrandina cumhurîyetê ve heta niha ev polîtîka wana ya serekeye û nehatîye guhertin.

Ji serdan û hevdîtînên li gel Êraqê u hukumeta Herêma Kurdistanê, amanca dewleta Tirk ewe ku dewleta Êraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê jî bike şîrîkê vê sîyaseta xwe ya xwînrêj û xirab. Li gora xwe çi navî lê danin bila danên deleta Tirk, dijê gelê Kurd, di nava şer de ye. Dixwazi hukumeta Êraqê jî bixe nava vî şerî û dijê gelê Kurd bide şerkirin.

Êraq vê meseleyê baş dizani û tecrûbeyek Êraqê ya dehan salan di vî warî de heye. Rejîmên Êraqê yên kevin, dehan salan dijê gelê Kurd şer kirin. Ewan şeran ji Kurd û Ereban re, ji malwêranîyê pêştir tiştekî dî xwe re neanî. Ew rejîm hemî têkçûn û lê Êraq jî bi xwe re têkbirin û xirabkirin. Rejîma Erdogan jî bûye weke rejîma Sadam. Eve bîst salin Êraqekî nû avabûye û destûrek demokratîk jibo xwe çêkirîye. Gorî vê destûrê pirsgirêka Kurdî bi awayekî fedaral hatîye çareserkirin. Êraq baş dizane ku dijminatîya Kurdan malwêranîye, dostanîya Kurdan demokrasî, avedanî û geşedanê bi xwe re tîne. Lêgerînên dewleta Tirk ewin ku dixwaze Êraqê tûşî şerekî nû bike. Divê rayedarên Êraqê li ser vê mijarê gelek hişyarbin û guh nedin dewleta Tirk.

Gorî dewleta Tirk, Tevgera Azadîya Kurdistanê jibo Êraqê jî hem tehdite hem jî xetere û divê ji holê bête rakirin. Mixabin di hevdîtina duh (14.03.2024) ya Bexdayê de di xala pêncemîn de, ev mijar gorî xwestinên dewleta Tirk hatîya nivîsandin. Ev jibo Êraqê kemîneke û divê Êraq nekevi vê kemînê. Kurd û tevgerên Kurd, jibo ewlekarîya Êraqê ne xeterin û ne jî tehdîtin. Tehdît û xeterîya mezin ji alê dewleta Tirk ve têne. Deleta Tirk rojane axa Êraqê bobebaran dike, ekolojîya Êraqê tehrîb dike û hemwelatîyên Êraqê qetil dike. Artêşa Tirk beşek mezin ji xaka Êraqê dagîr kirîye, 87 baregehên leşkerî di nava xaka Êraqê de avakirine û deh hezaran leşker li van deveran bi cihkirine. Xeyal û emelên dewleta Tirk yên li ser başûra Kurdistanê (bakura Êraqê) têne zanîn û ku ew dibêjin wilayeta Musilê (hemî başûra Kurdistanê) beşek ji axa Turkîyê ye. Dewleta Tirk heta niha ketî kîjan xakê, ne bi darê zorê be derneketîye û welê rehet ret ji xaka Êraqê jî dernakeve.

Herweha tehdît û şantajên xwe yên dî jî, berdewam dike. Ava çemên Dicle û Firatê weke çekekî li hember Êraqê kar tîne û dibe sedemê karesatên ekonomîk û ekolojîk.

Divê Êraq vê rewşê baş binirxîne û ji amancên xirab yên dewleta Tirk re nebi hevkar. Êraqê gorî xwe çareserîyek pêşketî ji pêrsgirêka Kurd re dîtiye. Kurd li Turkîya, Surîya, Îran û Êraqê dijîn. Çareserîya Êraqê ji pêsgirêka Kurdî re dîtî, ji hemîyan baştir û pêşketîtire. Pêwîste Êraq neçi ser xeta Tirkîyê, Tirkîyê bîne ser xeta xwe. Êraq dikare li herêmê de bibe minakek baş û vê mînakê li her axaftin û hevdîtinan de, dane pêşîya wana. Eger Turkîya bête ser xeta Êraqê û Êraqê ji xwe re mînak bigre, ne şer dimînin ne jî xeterî.

Di van hevdîtinan de wezîrê hindur yê hukumeta Herêma Kurdistanê û hinek rayedarên PDK jî amade dibin. Dewleta Tirk dijê hemî deskevtên Kurda ye û dijê deskevtên Herêma Kurdistanê ye jî. Sêrîde Erdogan û gelek rayedarên dewleta Tirk, gelecek caran gohtine “xetayên me li bakura Êraqê kirî em li bakura Surîya nakin”. Pêwîste her Kurd wateya vê gohtinê baş fêhm bike. Polîtîka dewleta Tirk ewe ku di encamê de desketên Başûr jî, ji holê bêne rakirin. Mixabin rayedarên PDKê û hinek rêveberên Hukumeta Herêmê, naxwzin vê rastîyê bibînin. Divê ev rastî ji teref hemî Kudan ve bête dîtin û hemî Kurd bi hevre, li hember van planên dewleta Tirk derkevîn.

Banga me ji hukumeta Êraqê û ji hukumeta Herêma Kurdistanê re ewe ku:

1-Niyeta dewleta Tirk ya xirab bibînin, li hember vê amanca xirab û malwêranî derkevin, nebin şîrikê siyaseta wana ya xwînrêj.

2-Li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Êraqê de derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.

3-Êraq çawa bi Kurdên di nava xwe de di nava diyalogê de ye, divê wî rengî di nava Kurdên dî jî re, di nava diyalogê de bi û jibo pirsgirêka Kurdî li welatên dî jî bi awayekî aştîyane bête çerserkirin, bikeve nava hewldanê.

4-Divê hukumeta Herêma Kurdistanê û rayedarên PDKê, ji dewleta Tirk re nebin hevkar û dijê plan û polîtîkayên wana yên qirkirinê derkevin.

Konseya Rêvebir ya KNKê