Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama Sersaxîyê Jibo Serokatîya YNKê

Jibo Serokatîya Yekîtî Niştimanî Kurdistan – YNK

Duh (18.09.2023) li Silêmanîyê li fokexana Erbetê, hêzên dijî teror yên girêdayî rêveberîya we, ji teref hêzên hewayî yên dewleta Tirk ve, hatin amancgirtin. Di encama êrîşê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 3 pêşmerge jî birîndarbûn. Ev êrîşek hovaneye û ne tinê dijê YNKê ye, heman demê de êrîşek li ser Kurdistanê ye û dijê hemî gelê Kurd e.

Ev êrîş dijê serwerîya Herma Kurdistanê û dewleta Êraqê ye. Eve serê salane dewleta Tirk, serwerîya Herêma Kurdistanê û Êraqê, ihlal û binpê dike. Ev rewş, binpêkirina hemî pîvanên huqoqî yên navneteweyî ye jî. Heman demê de gorî huqoqa mirovî ya navneteweyî, ev êrîşên dewleta Tirk yên dijê gelê Kurdistanê, tewanên (suc) şer û tewanên dijê mirovatîyê ne. Divê pêşîya dewleta Tirk bê girtin û tewanbar bêne cezakirin. Em bawer dikin ku hûnê şopdarê vê rewşêbin û di vî warî de em weke KNK bi hemî awayî li gel we ne û piştgirîya rêveberîya we dikin.

Li ser vê êrîşê, şehadet û birîndarîyê, em xema we parve dikin û vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Di şexsîyeta şehîdên fokexana Erbetê de, em hemî şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîrtînin, li ber bîranîna wana bejana xwe ditewînin, ji serokatîya we re, ji hemî endam û aligirên YNKê re, ji malbatên şehîdan û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

Sorani بۆ سەرکردایەتی یەکێتی نیشتمانیی کوردستان

Silav û rêz

Konseya Rêvebir ya KNKê
19.09.2023