Languages: English ‏سۆرانی‎

Êrîşa li ser Ofîsa KNKê li Hewlêrê, amancgirtina Yekîtîya Neteweyî ye!

Li Hewlêrê 18.09.2023an roj nava rojê demjimêr 13.35an de, êrîşek hovane li ser ofîsa KNKê pêkhat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNKê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket. Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîne. Amancgirtina ofîsa KNKê, biryarek û peyameke stratejîke. Bi vê êrîşê ne tinê ofîsek ne tinê xebatkarek ne tinê endamek KNKê hatîye hedefgirtin. Di vê êrîşêde Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê, navend û mejîyê stratejîk yê Gelê Kurdistanê hatîye amancgirtin. Dijminên me, bi van êrîşan didin nîşan ku çiqas ji yekîtîya me acizin û ditirsin. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bibîni û gorî vê rastîyê jî tevbigeri.

Em êrîşkaran nasdikin, ev êrîş berdewama êrîşên li ser Rojava, Şingal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî û bi giştî başûra Kurdistanê ye. Ev êrîş ji teref dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatîye organîzekirin û hatîye pêkanîn.

Ofîsa KNKê di nava bajarê Hewlêrê de ye. Ev ofîs ji teref asayîş û istixbarata Herêmê ve 24 saetan tête şopandin. Dehan kamera li wê deverê hene. Eger neyêne parastin, roj nîvro nava rojê çawa bi çi cesaretê, kujer dikarin bi rehetî destên xwe bihejênên û biçin ofîsa KNKê û mirovan qetil bikin? çawa MÎT dikari li herêmê rehet kar biki, ajanan ji xwe re peyda biki û welatparêzan qetil biki? Kî destûrê didi wana û rê li ber wana xweş diki? Dî vê boyerê de gelek pirs hene. Muxatabê van pirsan Hukumeta Herêmê û asayîşa Hevlêrê ye. Eger rojekî zûtir ev kujer neyêne girtin û yên di pişt wana de neyêne derxistin, neyêne darezandin, berpisyar desthilata Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye.

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê berdewamin. Di heman saetê de nîv saet piştî boyera Hewlêrê, li Silêmanîyê li fokexana Erbetê de, hêzên dijî teror yên girêdayî YNKê jî hatin amacgirtin. Di encama êrîşê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 3 peşmerge jî birîndarbûn. Rojek pêş van boyaran li Şingalê hêzên YBŞê hatin hedefgirtin û 3 fermandarên YBŞê şehîd ketin. Di heman demê de li Rojava li Minbic, li Amûdê, li Qamîşlo û li Tirbespîyê, şervan û endamên asayîşa Rojava hatin amancgirtin. Di van êrîşan de jî şehîd û birîndar hene. Ji xwe êrîşên li ser hêzên Gerîla bi hemî awayî bi çekên qedexe bi çekên kîmyewî, berdewamin.

Dewleta Tirk bi giştî bi gelê Kurd re di nava şerekî dijwar de ye. Ev şer ne tinê dijê hêzekî Kurdî ye, dijê hemî Kurda ye û dijê hemî Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi serê xwe tinê jî êrîş naki, heman demê de dijê gelê me tifaqan çêdiki û dagirkerên dî jî têxe hereketê. Divê hemî hemî Kurd hêzên Kurdistanî vê rastîyê bibînin û gorî vê rastîyê jî tevbigerin.

Hevkarîya bi dewleta Tirk re, hevkarîya bi dijmin û dagirkeran re îxanete, xeta sore û divê ti Kurd û ti hêzên Kurdistanê vê xetê derbaz nekin.

Êrîşa li ser ofîsa KNKê, hedefgirtina Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê ye. Li hember vê êrîşê û bi giştî li hember van êrîşan, bileks divê xeta neteweyî bê xurtkirin û hemî hêzên Kurdistanî bibin yek. Bi vê munasebetê sêrîde partî û rêxistinên endamên KNKê, em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînîn, şermezar bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.

Li hember van êrîşan em weke KNK, emê gavan paşde neavêjin, emê xwedî li şehîdên xwe derkevin, emê li hember hemî êrîşan rawestin û emê xeta yekîtîya neteweyî kûrtir bikin.
Di şexsîyeta Şehîd Denîz, şehîdên fokexana Erbetê, şehîdên Şingalê û şehîdên Rojava de, em hemî şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîrtînin, li ber bîranîna wana bejana xwe ditewînin, ji malbatên şehîdan û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.
Sorani

Konseya Rêvebir ya KNKê