Languages: English ‏سۆرانی‎

Gelê Ermenî Pîştî 108 Salan bi Trajedîyek dî re Rûbirûye!

Eve çend rojin li ber çavên Cihanê, li herêma Qerebaxê (Artsakh) trajaedîyek insanî tête jiyankirin. Piştî 108 salan carek dî gelê Ermenî li ser axa xwe tête qetilkirin û koçberkirin. Tişta niha li herêma qerebaxê tête jiyankirin, qirkirine û Derbederkirina Nijadî ye (paktawa nijadî – ethnic cleansing), berdewama jenosida 1915ane û weke wê ye. Îro li herêma Qerebaxê bi destê dewleta Azerbeycanê û dewleta Tirkîyê, derbederkirinek nijadî tête çêkirin. Gorî pîvanên huqoqa navneteweyî ev sucekî yê dijê mirovatîyê ye. Mixabin ev tarjedî li ber çavên Cihanê tête jiyankirin û Cihan temaşe dike.

Dema em dîmenên li Qerebaxê temaşe dikin, dîmenên Şingal, Efrîn û Serêkanîyê têne berçavên me. Eger navên wan cudabin jî lê fail aynî ne, di van êrîş û komkujîyan de dewleta Tirk an rasterast êrîş dike an jî di pişt perdê de ye. Van boyeran hemîyan de dewleta Tirk failê serekeye. Roja îro de dewleta Tirk dixwaze li ser hesabê gelê Kurd, gelê Ermen û gelê Yunan, sînorên xwe fireh bike û bibe hêzeke mezintir ya hegemonîk. Tişta îro li Qerebaxê diqewime encama vê zêhnîyetê ye. Eger pêşî li vê zêhnyetê neyê girtin, dîmenên îro li Qerebaxê derdikevin pêş, wê li gelek deverên dî jî derkevin pêşîya mirovahîyê.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, carek dî piştgirîya xwe ji gelê Ermenî re radighînin û êrîşên Azerbeycan û Tirkîyê bi tundî şermezar dikin. Herweha sêrîde Neteweyên Yekbûyî, em bang li hemî sazî û dezgehên Cihanî û hemî hêzên Cihanî dikin ku li hember vê tradejîyê bê deng nemînîn, pêşîya êrîşan û pêşîya Derbederkirina Nijadî bigrin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
29.09.2023