Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama Sersaxîyê

Peyama Sersaxîyê bo:
Fermandarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk
Fermandarîya YPJê
Yekîneyên Antî-Terorê û Gelên Kurdistanê

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê bi hevxemîya xw şehadeta neh şervanên hêza Sûrîya Demokratîk, yên ji Yekîneyên Antî-Terorê û YPJ pêk dihat di erkeke pîrozde radighîne.

Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên QSDê berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du bilafirên ku şervanên QSDê vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê ket xwarê û neh şervanên QSDê bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antîteror şervan Kobanê şehîd bûn.

Hêzên Antîteror di şerê li dijî terorê de gelek şervan û fermandarê xwe feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerên dijwar kirin. Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerdekirin û hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ne. Bi fermadaiya Şervan Kobanê û hevalên wî, di gelek şerê li dijî terorê encam dan‏ û serkeftinên li pey hev li bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dest xistin, û li ser navê cîhanê şerê rêxistina terorîst a herî bihêz kir ku gef li ewlehî û aramiya li seranserê herêmê û cîhanê xist.

Em wekw Konseya Rêvebir ya KNKê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî a pîroz.

Konseya Rêvebir ya KNKê
19.03.2023