Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyare. Newroz roja berxedanê ye, Newroz serhildane, Newroz roja serkevtina li hember zulmê ye, Newroz cezna azadîyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestîyê derketîye holê. Dijî zulmê, koletîyê, dagîrkerîyê û her reng bindestîyê bûye sembola rizgarî û azadîyê.
Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kiriye şahîyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Herweha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî, Newroz weke cejna Kurdan daye naskirin. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.
Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tête pîroz kirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengîyên dagirkeran, disa jî bi wateya xwe tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tête hilkirin.
Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, eve şeş mehin di pêşengîya jinan de bi dûrişma “Jin, Jiyan, Azadî” serhildanek mezin pêktê û berdewame. Li bakur û rojavaya Kurdistanê karesatekî mezin ya erdhejê pêkhat û deh hezaran mirovan canê ji destdan û bi milyonan mirov mexdûr bûn. Li gel vê rewşê jî, dijminê me êrîşên xwe bê nvber berdewam dike.
Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya tekoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek alîyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî deskevtên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşekî mezin de ye. Dewleta Îranê jî bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirna vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têkbibin.
Herweha îsal sedsalîya Peymana Lozanê ye. Dijminên me dixwazin statûya Peymana Lozanê, sed saltir jî li ser me ferz bikin. Em jî dixwazin kirasê bi Peymana Lozanê li me hatî kirin, bi dirênin û parçe bikin. Divê li hember planên dijminan em yekîtîya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekîtîyê.
Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şkanandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskevtên nû bêne bi destxistin. Jibo van hemîyan divê di sêrîde yekrêzîya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtîya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadîyê.
Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Emê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke salan dakevin qadan û Newrozê bi rihê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.
Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da, agirê Newrozê divêt bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya gel û neteweyê Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û bawerîyê Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Dem dema xurtkirina berxwedanêye.
Dem dema azadîyê ye.
Newroz pîroz be!
Konseya Rêvebir ya KNKê