Di Şexsîyeta Şehîdên Helepçe û Enfalan da, Em Hemî Şehîdên Kurdistanê Bi Rêz û Hurmet Bîrtînin, Rejîmên Kujer û Dakirkerên Kurdistanê Bi Tundî Şermezar Dikin.
Berî 35 salan, li 16ê Adara 1988 an de, hêzên rejîma dagîrker ya Îraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehrdar qetluamek mezin li ser xelkê sivîl yê Helepçe pêkanîn. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qubanî û şehîd ketin.
Bombabaran kirina Helepçe, yek bu ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagîrker ya Beasa Sedam li başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê kurd û kurdistanê bû.
Her ji destpêkê de, dema rejîma Beas desthilat li Îraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona kurdan kirin. Di sêrî de wekû gurên har ketine giyanê kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nexwîyaye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Îraqê û bi hovane qetluam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.
Lê ewa li Helebçê qewimî, yek ji mînakên herî mezinên tawankarî yên sedsala 20 e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vêve Helepçe bû êş û birîneka mezin ya Gelê Kurd.
Di sedsala derbazbûyî da gelek qetluamên mezin li ser gelê me pêkhatin. Mixabin heya niha jî temamî qetluamên li ser kurdan hatîne kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatîne darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatîne kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.
Bila herkes bizane ku tehlîkeyên qetluam û komkujîyan li ser Kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şingalê li ser gelê me yê Êzidî qetluam pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. heft sal pêş niha qetluamek mezin li Cizîra Bohta, pênc sal pêş niha jî li Efrînê pêkhat. 5 çar sal pêş niha jî li Serêkanî û Girêspî heman senaryo xistin merîyetê. Roja me ya îro da jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din yên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetluaman jî tîne.
Divê em bizanin, 35emîn salvegera qetlîama Helebce de, niha jî heman tehlîke di rojevêde ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Sîyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hevre xwedî li Kurdistanê derkevin.
Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li şengalê jî bi heman arasteyê da ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengîya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kirîye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagîrkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz derîyên berfrehtir vedike.
Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagîrkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, emê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin.
Em carek din di şexsîyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.
Konseya Rêvebir ya KNK