Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama pîrozbahiyê jibo hevgirtina Hizba Demokrata Kurdistanî Îran

Sekreterê giştî yê HDK-Îran birêz Mistefa Hicrî;

Bi dilxweşiyek mezin, me nûçeya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat bihîst. Di demekê de ku gef û êrişên her alî li ser tevgera azadîxwaza Kurdistanê hene, bersiva herî rast ji bo vê qonaxa hestyar hevgirtina hêzên Kurdistanî ye.

Îro, hevdem di gel pêşmerge, endam û alîgirên partiya we, hemû xelkê Kurdistanê dilxweşe, ku we pêvajoya diyalogê bi serketin gihand encamê. Ji bo hêzên siyasî jî, ev pêngav divê weke destekek hevpar bête temaşe kirin. Ji ber ku çi qas pirsgirêkên navxweyî bêne çareser kirin, hin qas hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.

Birêzan;

Bi salane dijminên neteweya Kurd, pirsgirêkên navxweyî, yên partî û hêzên Kurdistanî bi kar tînin ku yêkitî û hevbendiyek neteweyî li Kurdistanê ava nebe. Dijminên me tu carî naxwazin ku hêzên me hevgirtî û partiyên me dost û piştevanên hev bin. Hevgirtina dubare ya Hizba Demokrat, carek din nîşan da ku ji bo çareserkirina netifaqî û pirsên hundir, rêya herî serketî diyalog û li hev hatine.

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê, li gel pîroz kirina vê pêngava giring û pêwîst, em ji bo we û têkoşîna we ya bi nirx, serketinê dizwazin.

Silav û rêz

Hevserokên KNKê
Zeyneb Morad & Ahmed Karamus