Languages: English ‏سۆرانی‎

38. Salvegera 15ê Tebaxê Pîroz be

Sal 1984, roj 15ê Tebaxê. Kurdistan û Tirkîye di bin îdareya cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê da dinalîya. Zulmeke bê hed û îşkenceyên hovane, jîyan li xelkê heram kirîbû. Zindan bi azadîxwazan ve hatibûn tejî kirin. Cuntaya faşîst adeta xwelîya mirinê bi ser xelkê da reşandibû. Tirsa mirinê hatibû hakim kirin. Di nav wan şert û mercên giran da xelkê Kurd û pêşengên bizava neteweyî ya Kurdistanê, serî li hember zulma dewleta Tirk netewandin, serê xwe şor nekirin, berxwedaneke xurt bilind kirin. Ji zindanan heta hemû meydanên jîyanê, têkoşîneke fedakarane hate organîze kirin. Bedelên mezin hatin dan, lê belê beramberî wê zulma dewletê, alaya azadîyê hate bilind kirin.

Di wê atmosfera dijwar da têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15ê Tebaxê ya 1984ê, banga azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkîyê û Dinyayê careke dî hate îlan kirin. Di wê hemleya mezin û dîrokî da, vê carê Dihê (Erûh) û Şemzîna, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li bakura Kurdistanê. Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilatanavîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadîyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin ya gerîlla li Kurdistanê û Rojhilatanavîn. Eve bi serê xwe serkevtineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê da li bakur. Ev hemle û pêngava 15ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û dostên gelê Kurd pîroz be.

Di salvegera 38. ya 15ê Tebaxê da, dewleta Tirk êrişkarîya xwe bi hemû rê û metodan didomîne. Dewleta Tirk li beramberî berxwedan û têkoşîna şervanên azadîyê, xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan, ketîye nav eczeke kûr. Bi vê hirs û kînê, şer û êrişkarîya xwe her diçe zêdetir dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovahîyê da hemû çek û sîlehên birandina jîyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji erdê bombeyên kîmyewî û jahrê li ser xelkê me dibarîne. Digel jîyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kirîye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekarîyê, ji Qersê heta Mereşê çu çiya, dol û niwal nehêlan ku bombeyan nebarîne.

Êrîşên dewleta Tirk tenê li bakur nînin, li rojava û li başûr jî berdewamin. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêman dagir dike. Eve serê çend salane li rojava û li başûr vê dagîrkerîya xwe roj bi roj firehtir dike. Eve du salin, li deverên Metîna, Zap û Avaşin bi hemî hêza xwe ve û bi çekên qedexe (kîmyewî, fosfor, taktîk nukleer) bê sînor êrîşan dike.

Sêrîde li van herêman û li seranserê Kurdistanê, ji terf Gerîlayên Azadîya Kurdistanê ve bi ruhê 15ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin.

Dewleta Tirk îro zivirîye rojên berê yên salên 80yî û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadîya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şiddet û îşkenceya ji alîyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jîyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê.

Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15ê Tebaxê, di nav berxwedan û têkoşîneke xurt da ne. Binkevtin ya dewleta Tirk e. Koalîsyona şerxwaz û êrîşkar ya AKP-MHP-Ergekonê, li ber têkçûnêye. Serkevtin ya Gelê Kurdistanê ye.

Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15ê Tebaxê ya 38. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehît, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêhtine û dane avêhtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wana ne û emê li ser şopa wan bimeşin.

Konseya Rêvebir ya KNKê