Languages: English ‏سۆرانی‎

Jin – Jiyan – Azadî, Sembola neteweya azad e

Di van rojên dawî de têkoşîna girseyî ya jin û ciwanan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketiye qonaxeke nû ya rûbirûbûna rejîma totalîter û dîktator a Komara Îslamî ya Îranê. Proseya azadîxwaziya gelê me û têkoşîna demokratîk û îsrar ji bo bidestxistina mafên xwe û bicihanîna daxwazyan biryardariya xwe nîşan dide. Amadebûna xelkê ya li şeqaman asta bilind ya şoreşê, îrade û şiyana xurt a gelê azadîxwaze jibo bidestxistina mafên xwe yên rewa nîşan dide.

Dirûşmê ” Jin, Jiyan, Azadî ” û dengvedana wê li Îranê û hemû Cîhanê, em kurd û Kurdistanî kirine navendek ji wateyên têkoşîna neteweyên azadîxwaz ji bo xebateke serdemiyane xurt kirine. Ji aliyê din ve krîz û pirsgirêkên dewleta Îranê li navxwe û derve, şert û mercên guncaw peyda kirine. Ku hem kurd bi xwe û hem jî hemû gelên Îranê karibin xwe ji vê rejîma zordar û totalîter rizgar bikin.

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK di wê baweriyê de ne ku divê kurd û Kurdistan ji van geşedan û guhertinên li rojhilatanavîn bi giştî sûdê bistînin û bi taybetî jî welatên ku Kurdistan dagir kirine, li ber guhertinê ne. Jibo vê jî yekitiya neteweyî û nîştimanî ya kurd pêwîstiyeke jiyanî ye. Divê kanalên cuda yên yekitiya neteweyî bên bihêzkirin û hemû hêz, nêrîn û armancên hevpar bi hevre bêne girêdan.

Jibo vê yekê jî KNK bang li hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê dike ku bi diyalog û lihev nêzîkbûnê çareseriyeke hejî û guncay biafirînin û ji ezmûna KNKê sûd bigrin.

Em li Kongreya Netewî ya Kurdistan – KNK ê bi rêz û hurmeteke mezin van şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan diçemînin û di heman demê de jî sersaxiyê ji malbatên wan, gelê kurd û Kurdistanê re dixwazin. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Her wiha reftar û kiryarên şovenîst ên dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin û bang li xelkê azadî û demokratxwazê Kurdistan û Îranê dikin ku li ser armanc û xebata xwe ya rewa berdewam bin û rê li ber kuşt û kuştarûya dewletê bigrin

Serkeftin ya gelê azadîxwaz yê Kurdistanê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK
24 Îlon 2022