Languages: English ‏سۆرانی‎

Hukumeta Ermenistanê li gelên Kurd û Ermen xiyanetkir!

Du şervanên azadîyê yên Kurdistanê Leheng (Atilla Çiçek) û Alîşêr (Hüseyin Yildirim), di meha tabaxa 2021 de li ser sînorê Ermenistanê rasta hêzên Ermenî hatin. Jibo problemekî dernekevi, bi awayekî dostane nîzîngê hêzên Ermenî bûn. Hêzên Ermenistanê ew girtin û radestî dadgehê kirin. Dadgeha bilind ya Ermenistanê roja 23 Sibata 2022an de, biryra berdana wan da. Pêwîstbû bihatan berdan, lê istixbarata Ermenistanê Leheng û Alîşêr ji zîndanê derxistin û birin cihekî nediyar.

Piştî vê rewşê, rêxistin û kesayetên Kurd û dostên Kurdan, ketin nava tevgerê ku paşeroja van şervanan bizanin û wan azad bikin. Wê demê rewşa Leheng û Alîşêr, kete rojeva KNKê jî. Em jî weke KNK, bi peywendîyên xwe re ketin nava diyalogê û me jî xwest ev şervan bêne azadkirin. Vê demê de rayedarên Ermenistanê, bi rêya hinek kesan agahîyên ne rast bilavkirin û xwestin rê li ber dostan bidin windakirin. Ji ber van sedeman lêgerînên me bê encam man.

Paşê derket holê ku hukumeta Paşînyan bi dewleta Tirk re ketîye nava peywendîyên qirêj, li ser van şervanan bazarên bê ehlaq û ne mirovane kirine û ew heval radestê MÎTa Tirk kirine.

Îstixbarata Ermenistanê bi vê kiryara xwe ya qirêj, bûye weke şûbeyeke MÎTê. Bi vê helwesta xwe ya kirêt û bê ehlaq, hukumeta Paşînyan li gelê Kurd, li gelê Ermen û li nirxên mirovatîyê xiyanet kirîye. Herweha hukumeta Paşînyan bi vê helwestê, jenosîda 2015an ya li ser gelê Ermen erê kirîye û bûye hevkarê êrîşker û dagirkerên Qerebaxê jî. Heman demê de ev helwest, hewldana teqandina pira dostanîyê ya di navbera gelên Kurd û Ermen de ye.

Bi vê munsebetê em hukumeta Ermenistanê bi tundî şermezar û mehkum dikin. Em bang li gelê Ermen dikin ku li hember vê hukumeta xayîn derkevin û zûtirên demê de desthilata Ermenîstanê ji xayînan paqij bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê