Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama Pîrozbahîyê jibo Birêz Latîf Reşîd

Birêz Latîf Reşîd
Serokkomarê Komara Federal ya Êraq ê

Bi hilbijartina cenabê we ji bo serokkamorîya Êraq ê, em weke KNK, bi dilxweşî pêşwazî dikin û cenabê we, bi dilekî germ pîroz dikin.

Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Êraqekî demokratîk û bi istîqrar. Hêvîya gelême ewe ku di dewreya cenabê we de, sêrîde maddeya 140 ya destûrê û hemî problemên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Êraq ê, bêne çareserkirin.

Hûn, demekî dirêje di nav hareketa azadîya Kurdistan ê de, cihê xwe digirin û xwedî tecrûbe ne. Êraq û Kurdistan jî di navde, herêma Rojhilatanavîn, qeyranekî mezin jiyan dike. Pirsgirêka Kurdî, li tevayî herêmê, dibe sedema alozî û bê aramîyê. Heta pirgirêka Kurdî bi awayekî adîlane neyê çareserkirin, ne mûnkine herêma Rojhilatanavîn de, aştî û aramî pêkbê. Hêvîya me ewe ku hûn vê rastîyê herdem berçav bigrin û ji bo pirsgirêka Kurdî li seranserê herêmê, bi awayekî aştîyane bê çareserkirin, xwedî helwest û çalakîbin.

Silav û rêz
Konseya Rêvebir ya KNKê