Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Hember Karanîna Çekên Kîmyewî Bê Deng Nemînin

Artêşa Tirk, eve serê salane li hember şervanên azadîyê yên Kurdistanê, çekên kîmyewî kartîne. Heta niha ev çekên qedexe dem dem kartîniya, lê eve 2 salin ji Sibata 2021an virve, bê navber kartîni. Teybetî jî van şeş mehên dawî de gelek zêdetir kiriye. Gorî agahîyên navenda ragihandinê ya HPGê, di sala 2021an de 367 caran, di van şeş mehên dawî de 2470 caran çekên kîmyewî û çekên qedexe karanîne. Di van êrîşan de ji sedan zêdetir şervanên azadîyê şehîd ketine.

gelek rojan dîmenên karanîna çekên kîmyewî û delîlên karanînê, derdikevin û di ragihandinê de têne bilavkirin. Îro jî dîmenên vî rengî di ragihandinê de derketin û şehadeta 17 şervanên ku bi çekên kîmyewî şehîd ketî, hate ragihandin. Gelê Kurd, rêxistinên Kurdistanî û gelek dostên Kurdan, eve dmeke dirêje li her derî dengê xwe bilind dikin û banga xwe digihînin reya giştî ya cihanê. Lê mixabin ji bilî hinek sazîyên mafê mirovan pêştir, kesek vê rewşê nabîni û dengê xwe naki. Teybetî Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar, bê dengin û naxwazin vê rewşê bibînin. Dewleta Tirk jî, ji vê rewşê cesaret digri û êrîşên xwe zêdetir diki.

Rayedarên Dewleta Tirk rewşa îro de, li Kurdistanê sucên şer û sucên dijê mirovatîyê dikin. Sêrîde sorokkomar Erdogan û endamên hukumeta wî, fermandarên artşa Tirk û berpirsên MÎTê, li hember mirovatîyê sucdarin.

Tişta li Kurdistanê tê jiyankirin ne tiştek ji rêzê ye. Îro li pêş çavên Cihanê li Kurdistanê, artêşa Tirk bi awayek hovane êrîş diki û hemî pîvanên huqoqî binpê dike û sucên şer sucên dijê mirovatîyê dike. Li hember vê rewşê, divê Kurd û dostên Kurdan li ser piyabin û li her cih û deverî dengê xwe bilind bikin. Rewş awerteye û derebgîyê qebûl nake.

Weke KNK, ev rewş di rojeva me ya sereke de ye û bi hemî awayî emê şopdarê vê rewşê bin û emê bi hemî hêza xwe ve, li hember vê hovîtîya dewleta Tirk rawestin.

Bi vêve girêdayî em bang li hemî gelê Kurdistanê jî dikin û dibêjin, roj roja berxwedanê ye, roj roja xwedî derketina şervanên azadîyê ye, bila herkes li qada bin û bi rihê berxwedana Kobanê li hember vê hovîtîyê derkevin. Herweha em bang li dostên Kurdan û Cihana humanîter jî dikin ku di vê rewşa awerte de, li gel gelê Kurd cihê xwe bigrin.

Di heman demê de em bag li Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar dikin ku li hember vê rewşê çavên xwe negrin û bê deng nemînin. Bê helwest û bê dengî, hevkarîya sucdaran e û nebin şîrîkê sucdar û xwînxwaran.

Konseya Rêvebir ya KNKê