Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna (22.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 02.10.2022an, civîna xwe ya bîstûduyemîn li gel Komîteya Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ev civînek hevbeş bû, endamên herdu komîteyan bi hevre beşdarê civînê bûn û plansazîyek hevbeş hate çêkirin.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li rojhilata Kurdistanê û Îranê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojava, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, şerê Rusya û Ukrayna, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, karên di 100. salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî hatin plankirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

1-Piştî bi îşkenceyê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji teref hêzên rejîma Îranê ve, eve ji hefteyan zêdetire li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de bi durişma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê, li ser piya ne û li hember zext û zilma rejîmê berxwe didin. Di van xwenîşandan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan dikin. Di van êrîşan de heta niha sedan kesan jiyana xwe ji destdane, hezaran kes birîndar bûne û hezaran kes jî hatine girtin.

Sala 1979an de li dijî deshilata şahînşahî, Şoreşa Gelên Îranê bi awayekî serkevtî pêkhat. Ev şoreşekî ya hemî gel û tebeqeyên Îranê bû û şoreşeke demokratîk bû. Lê piştî şoreşê, melayan destdanîn ser deskevtên şoreşê û sîstmeke ji ya şah despottir pêkanîn. Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Civîn, li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî, rejîma Îranê bi tundî şermezar û mehkum dike.
Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalkvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan şermezar û mehkum dike.

Civîn, ji malbatên kesên jiyana ji destayî û ji hemî gelên Îranê re sersaxîyê, ji birîndaran re şifayê dîxwaze. Herweha civîn, bang li rejîma Îranê dike ku kesên hatî girtin demeke zûtir de berde.

Civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser hizbên rojhilata Kurdistanê û yên li ser başûra Kurdistanê şermezar û mehkum dike. Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember êrîşan tevbigerîn.

Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek deng derkerkevin.

Civîn, bang li Kurd û Îrnîyên li derveyî welat dike ku bi çalakî û bi hemî awayî xwedî li çalakvanên li nava welat derkevin û piştgirîya wan bikin. Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

2-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatan de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî kartîne. Heta niha gelek şervanên azadîyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn sêrîde NY û OPCW, bang li hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bîdeng nemînin û dijê karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagîrîyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

3-Êraq di nava alozîyek mezin de ye û li ser hilbijartinan re salek derbazbûye, lê heta niha serokkomar nehatîye hilbijartin û hukumet çênebûye. Peywendîyên hukumeta navendî û rêveberîya Herêma Kurdistanê jî, wekî tê xwestin nînin û alozin. Erîşên dewleta Tirk û yên Îranê, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li başûra Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

4-Şingal ji gelek alan ve di bin êrîşandeye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

5-Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava derkevîn, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

6-Em weke Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karê diplomasîya Kurdistanê pêkbînin û çalkîyên dijê Peymana Lozanê bi hevre bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Di heman demê de, rojeva sereke li ser palasazî û xebatên 100. salvegera Peymana Lozanê bû, komîte hate firehkirin, li ser xebatan bi berfirehî hate rawestan, plansazî li ber çavan re hate derbazkirin û hinek xalên nû li serve hatin zêdekirin.

Jin Jiyan Azadi

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê
07.10.2022, Bruksel