Languages: English ‏سۆرانی‎

Êrîşên Îranê yên li ser başûra Kurdistanê

Ev çend rojin hêzên dewleta Îranê, deverên ser sînor yên başura Kurdistanê bombaran dikin. Îro jî hêzên dewleta Îranê bombarana xwe zêdetir kirin, gelek deverên başûra Kurdisnê ku nîzingê navendên partîyên rojhilata Kurdistanê ne, bi tundî bombaran kirin. Di van êrîşan de dibistanekî jî bûye amanca êrîşan. Êrîş heta niha jî berdewmin. Heta niha zorbeyên wan sivîl 3 kes şehît ketîne û 15 kes jî birîndar bûne. Em ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re sersaxîyê, ji birindaran re şifayê dixwazin.

Herweha em weke KNK, êrîşkarîya dewleta Îranê şermezar dikin û dibêjin divê Îran êrîşên xwe rwestîne û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike.

Êrîşkarîya li ser başûra Kurdistanê tenê ne ji alîyê dewleta Îranê ve tê kirin. Eve serê dehan salane dewleta Tirk, bi hemî hêzên xwe ve êrîşê başûra Kurdistanê dike û hinek herêman dagir dike. Niha jî rojane êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Dewleta Tirk van êrîşan de pîvanên şer, huquq û ehlaq naske û çekên kîmyewî jî di navde, hemî cure çekên qedaxe jî kartîne.

Êrîşên dewleta Tirk û dewleta Îranê ne tenê dijê hêzên çekdar yên Bakur yan jî yên Rojhilatin. Ev êrîş heman demê de dijê gelê Başûrin û dijê statû û deskevtên başûra Kurdistanê ne.

Li hember van êrîşan pêwîste rawestan û helwestek neteweyî hebi. Pêwîste sêrîde Rêveberîya Herêma Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî, hêzên xwe bikin yek û bi hevre li hember van êrîşan rawestin. Bi vê munasebetê em weke KNK, carek din bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin û dibêjin dem dema yekîtîyê ye, dem dema bi hevre li hember rawestana hemî êrîş û dagirkerîyê ye.

Herweha em sêrîde bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên Cihanî û reya giştî ya cuhanê dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînin û li hember êrîş û dagirkerîyê, piştgirîya gelê Kurdistanê bikin.

Bi vê munasbetê em carek din êrîşên dewleta Tirk û dewleta Îranê yên li ser gelê Kurdistanê şermezar dikin û li hember êrîş û dagirkerîyê banga xwe ya berxwedanê dubare dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê