Languages: English ‏سۆرانی‎

Parastina Kobanîyê parastina Kurdistanê

Daxuyanîya Çapemenî 25.03.2014-Dijminên sûndxwarî yên Kurd û Kurdistanê rehet nasekinin û nahêlin Kurd û Kurdistanî rojekê jî rehetîyê bibînin. Dijminên xelkê me, dagîrkerên welatê me di nav xwe da bi şer jî bin, gava dor hate Kurdan sîlehên xwe bi hev ra dirêjî ser xelkê me, welatê me dikin. Tirkîye û Sûrîye ji ser stêrka lûlîya tifekê berê xwe didin hevdu, lê belê herdu rejim bi hev ra jî dijî Kurdan êrişkarîyê dikin. Ev demek e ku Tirkîyeyê adeta dev ji rejima Şamê berdaye, dijî xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê şerekî bêbextane dike. Çend grûb û organîzasyonên islam-cîhadîst hebin hemûya di nav xwe da perwerde dike, bi çek dike û berdide Rojavaya Kurdistanê.

Xelkê me bi taybetî di 2013ê da bi pêşengîya Yêkîneyên Parastina Gel [YPG] berxwedaneke ecêb mezin ya parastina welatî nîşan da û di serî da Efrîn, Kobanî û Cizîr hilgirte bin kontrolê. Xelkê me di serê 2014an da jî li van sê navçeyên Roajavaya Kurdistanê îdareya kantonal ava kir. Dewleta Tirkîyeyê ji serî were ji vê pozisyona xelkê me li Rojavayê nerazî ye û her bi çi rengî be têkvedanê dike. Gelek aşkera neke jî rejima Şamê jî ji vê rewşe aciz xuya dike û gava firsetê dibîne êrişan jî dike. Dewleta Tirkîyeyê par grûbên girêdayî El-Qaîdeyê, Rêxistina Dewleta Iraq-Şamê, El-Nûsra û çeteyên dî berdane ser Serêkanîyê ku rêya li dora navçeya Cizîrê kontrol bikin. Armanca wan hingê jî ew bû ku navçeyên azadkirî yên Kurdistanê ji hevdu qut bikin. Tirkîyeyê jî rejima Beasê ya Sûrîyeyê jî di êrişên xwe da şkest xwarin. Taşeronên van rejiman, hêzên islam-cîhadîst piştî şkesta mezin ya par xwe paşve kêşan.

Avabûna Kurdistana Kantonal li Rojavaya Kurdistanê bû destkevteke mezin ya Kurdan û xelkên kêmanî yên Kurdistanê. Vê destkevta Kurdistanîyan ji dinyaya humanîter piştevanîyeke mezin dît. Hesabên Tirkîye û rejima Şamê serûbin bûn. Daku vê avabûna nû ya Kurdistanê hêj di serî da bifetisînin, planê xwe yê şer dane pêş. Ev demek e ku li ser Kobanîyê dîsa ve dest bi êrişan dikin. Diyar bû ku hem Tirkîyeyê hem jî rejima Şamê hêzên paramîlîter yên bi rengekê bi wan ve girêdayî dîsa ve aktîve kirine. Ev êrişa nû gelek aşkera bi armanca têkbirina vê destkevta xelkê me hatîye dest pê kirin. Niyeta wan hilweşandina xweserîya demokratîk ya Rojavaya Kurdistanê anku avabûna Kurdistana Kantonal e. Kobanî di navbeyna Efrîn û Cizîrê da pireke saxlem e. Di serî da dixwazin vê rêya stratejîk hilgirin bin kontrola xwe û paşê jî kantonên Efrîn û Cizîrê ablûka bikin û gav bi gav Kurdistana Kantonal têk bibin. Di avabûna Kurdistana Kantonal da Kobanî çeperê destpêkê bû. Agirê azadîyê ji wê derê ve gur û geş bû. Êrişa ku bi destê van islam-cîhadistên taşeron ya ji Kobanîyê dayîne dest pê kirin tesaduf nîne. Di halê hazir da dijminan planekî wêranker çêkirine û ji bo realîzekirinê jî ji Kobanîyê dest bi kar bûne. Planê dijminan mezin e û bi Kobanîyê ve teng nîne. Lewma parastina Kobanîyê ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve gelek giring e. Dergehê parastina Kurdistana Kantonal vê gavê Kobanî ye. Çeperê ewil e û divêt bête parastin. Xelkê me, têkoşerên azadîyê, YPG berxwedaneke mezin nîşan didin. Eve erkekî neteweyî û welatî ye. Parastina Kobanîyê parastina Kurdistana Kantonal e. Serêkanîyê par çawa hate parastin, Kobanî îro divêt hêj mezintir bête parastin. Xelkê me, hemû Kurdistanî divêt seferber bin. Em wekî KNK gelek micid banga seferberîyê li xelkê xwe dikin. Roj roja xîretê ye. Biçûk mezin, pîr ciwan, jin mêr pêkve xelkê me divêt rabine ser pêya û vî çeperê stratejîk, vî dergehê azadîyê, Kobanîyê biparêzin, van êrişên çepel belav bikin û niyeta dijminan di gewrîya wan da bihêlin.

Kurd û Kurdistanî, hesab û kitabên biçûk terk bikin. Desthilat û opozisyona Kurdistana Kantonal zûtirîn wext tenakuzên di navbeyna xwe da an çareser bikin anjî ji bo demekî kurt paş bidin û dest bidin hev û welatî bi hev ra biparêzin. Di nav van êrişên dijminan yên li ser welatî da ne desthilatî nejî opozisyonî tête kirin. Berî her tiştî parastina welatî.

KNK bangî hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê jî dike ku gelek aktîv bizava piştevanîya bi berxwedana Kobanîyê ra bidine dest pê kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê