Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Newrozê Pîroz Be

Daxuyanîya Çapemenî 20.03.2014 – Adar meha Kurdan e, meha Kurdistanê ye. Xêr û xweşî, qeza û bela, şîn û şahî adeta di meha Adarê da bûyne para Kurdan. Adar bi temamî meha aktîvîteyan e. Kurd ji serê meha Adarê pê ve li ser pêya ne. Ne şev e ne roj e, kolan kolan, salon salon di nav bez û bizavekê da ne. Rojekê roja jinan pîroz dikin, rojekê komkujîya Qamişlo protesto dikin, rojekê jenosîda Helepçeyê bi bîr tînin û li milekê jî hazirîya pîrozîya Newrozê dikin. Li seranserê Kurdistanê xelk pêl bi pêl di nav çalakîyan da ye. Fînala meha Adarê pîrozîya Newrozê ye. Li du beşên azadkirî yên Kurdistanê, li Kurdistana Federal û Kurdistana Kantonal xelkê Kurd, Kurdistanî vê roja berxwedanê, roja têkoşînê, roja azadîyê bi coş û heyecaneke mezin pîroz dikin. Newroza îsal li rojavaya Kurdistanê herweha bûye pîrozkirina avabûna Kurdistana Kantonal jî. Li bakur û rojhilatê jî bi milyonan xelkê me bi armanca têkoşîna azadîyê Newrozê pîroz dikin. Xelkê me pêkve her kujîyê welatî rengareng xemilandîye û hem destkevtên xwe yên li başûr û rojavayê pîroz dikin hem jî soza serkevtina li bakur û rojhilatê jî didin.

Îsal di dawîya meha Adarê da, li 30ê mehê [30. 03. 2014] li bakur û Tirkîyeyê hilbijartinên navçeyî yên şehridarîyan jî têne kirin. Xelkê me li temamî meydanên Kurdistanê, li çiya û banî, gund, bajêr û bajêrkên Kurdistanê meş û mitîngan dikin, hem Newrozê pîroz dikin hem jî biryardarîya xwe ya serkevtina di hilbijartinan da bi dengekî bilind dibêjin. Hilbijartinên li bakur û Tirkîyeyê ji bo xelkê me, bo hemû Kurdistanîyan dijî dewlet û hukûmeta Tirk nîşaneya serkevtinê ne. Lewma biçûk mezin, jin û mêr pêkve xelkê me divêt di van hilbijartinan da xwe li ser mutleq serkevtinê organîze bikin. Serkevtina di van hilbijartinan da, bi dest ve înana şehridarîyên Kurdistanê, dê rê li ber avakirina zemînê xweserîya demokratîk xweş bike. Ji ber hindê xelkê me divêt bi vê armancê ve girêdayî bin û bixebitin. Pîrozkirina Newroza îsal bi serkevtina li van hilbijartinan dê bi manatir be.

KNK li welat û derveyî welat, Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz dike û bangî xelkê me yê bakur û Tirkîyeyê dike ku serkevtina hilbijartinên 30ê Adarê dîyarîyî Newrozê û Kurdistanê bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
20.03.2014