Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Tirkiyê û Kurdistanê tevlîhevî û nakokiyên siyasî berdewam dikin

Daxuyanîya Çapemenî 03.04.2014 –  Weke tê zanîn, di 30ê Adara 2014an de, li Tirkiyê û Kurdistanê hilbijartinên herêmî çêbûn. Hemberî ku, çar roj derbas bûn jî, encama  hilbijartinan zelal nebûye.  Piştî hilbijartinan, li gelek navçe û bajaran îtîraz çêbûn. Jimartina dengan jî, ji nû de têne kirin.

Sedema  nakokî û tevlîheviya dijwar, gumanên sextekariyan e. Zext û zora li ser gel, dengên hatine winda kirin û dizîn, elektrîka hate qut kirin, pisuleyên berî hilbijartinê hatine amade kirin e. Gelek  gumanên din ku weke belge derketin holê jî hene. Ev teva bûne sedema ku hilbijartinek ant-î demokratîk derkevê holê..

Wek mînak: Di dema  hejmartina dengan de, li 35  bajarên Tirkiyê elektrîk hate qut kirin. Muxalefetê jî, bi awayekî mafdar,  îddîa kir ku elektrîk ji bo mudaxele kirina dengan û sendoqan hate qut kirin. Bêguman mudaxeleya li dengan û li sendoqan, ji bo encamê di aliyê desthilatdariyê de biguherin pêk hat. Wezîr Karên Enerji û Çavkaniyên Xwezahî jî,  ev rewş bi gotineke komî-trajîk ragihande raya giştî.  Got, “pîsîkek ketiye trafo û elektrîk qut bûye”.

Heta îro, di encama şerê di hilbijartinan de derketine jî, 10 kesan jiyana xwe ji dest daye, 72 kes jî birîndar bûne.

Di rojên dawî de, pirranî li Kurdistanê dijberiya gel zêde bû û gel derkete kolanan.  Li gelek bajar û navçeyan, di navbera alîgirên BDPe û polîsan de şer derket. Li hemberî sextekarî û hîleyan jî,  li navçeyên ku encam ne ji bo AKPê  bi dawî dibe, AKP,  zora polîsan bi kar tîne û car din îtîraz dike  û di xwaze bi vî rengî encamê bigire. Di vê çarçovê de, li navçeyên Riha, Serêkaniyê, Birecik û Wêranşarê, li navçeya Qersê, Qaqizmanê, li navçeya Bedlîs Xelatê, sextekatiyên mezin hatin kirin. Ji ber ku gel li dengên xwe xwedî derket, rastî êrîşa polîsan hat.

Pişî ku li Serêkaniyê, herî hindik 1500 dengên ji BDPê re hatine bikaranîn şewitî hatin dîtin, gel rabû ser lingan û dijberiya xwe nîşan da. Li Serêkaniyê rewşa awarte hate îlan kirin û 30 rojan, çalekiyên girseyî û demokratîk hatin qedexe kirin. Li  Birecikê jî,  ji bo heman armancê çalekî hatin lidarxistin. Di ecamê de  zaroka 15 salî N.K. , bi bombeya gazê a polîsan, ji çavê xwe birîndar bû.

Piştî ku li Agirî  serketina BDPê hate îlan kirin, AKPê, 13 caran îtîraz kir. Lewma encama hilbijartinên Agirî ne hate daxuyanî kirin. Hîna jî encama hilbijartinên Agirî ne diyar e. AKPe, têkçûna li Agirî qebûl nekir û 13 caran îtîraz kir. Li hemberî sextekatiyên vekirî, BDPe li gelek navçeyan îtîraz kir. Lê îtîrazên BDPê,  ji Aliyê Saziya Bilind ya hilbijartinê ve hatin red kirin.

Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNK,  bang li desthilatdariya AKPê dikin ku rojekê berî rojekê zext û zora li dijî gel bidê rawestandin û li hemberî îradeya gel birêz tevbigere.

Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî, îradeyên siyasî dikin ku, li hemberî sextekarî, hîle, dek û dolabên di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de hatine kirin, xemsar nebin û li hemberî zext û zora dewletê dengê xwe bilind bikin.

Pêwiste berî her kesî, Rxistina Yekîtiya Hevkarî û Ewlekariya Ewropa OZSE, ku Tirkiye jî endamê wê ye, bikevê nava hewldanan. Em daxwaz dikin ku, OZSE, şandeyekê bişîne û  ji bo hilbijartinên 30 Adara 2014an, yên herêmî, ku  li gorî prensîbên demokratîk pêk hatine yan na, sextekarî, hîle dek û dolab çêbûne yan na, lêkolîneke berfireh bike û raya giştî ya cîhanê agahdar bike.

Konseya Rêvebir ya KNKê