Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama dawîyê ya ”Şêwira Neteweyî bo Rojhilata Kurdistanê” ya li Swêdê

Li her du rojên 19 û 20ê Nîsana 2014ê, bi organîzekirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, Şêwira Neteweyî taybet bi rojhilata Kurdistanê ve girêdayî, bi amadebûna hejmareke mezin ji nûnerên partî, rêkxistinên sivîl û kesayetên serbixwe yên rojhilata Kurdistanê û parçeyên dî û bi beşdarîya komek ji ronakbîrên Kurd, li Swêdê hate kirin.

Di Şêwira Neteweyî da, bi berfirehî axivtin li ser rewşa sîyasî, civakî û kultûrî û wan astengîyên li pêşîya xebat û tekoşîna neteweyî û niştîmanî li rojhilata Kurdistanê û Xoresanê hene hate kirin. Herwiha tekes ronahî xistine ser peywendîyên di navbeyna partî û alîyên rojhilata Kurdistanê û dîtin û boçûn li ser wê yekê hatin kirin. Li ser babet alternatîvên karê hevbeş û hemahengîkirin û destekdan û nêzîkbûna ji hev du ra û pêşniyarên çareseramêz bo wê armancê hatin şirove kirin. Ji bo armanca xulqandina şertûmerc, seqa û atmosfereke ji hejî û yarmetîder bo gihiştina wan armancên pîroz, ku di encamdana van kombûn û konferansên weha da bi dest dikevin û bi berdewamî derîyên diyalogê di navbeyna hêzên siyasî û kesayetan da vekirî bimînin û xebat jê ra bête kirinê ku di encam da yêkîtîyeke neteweyî ya bi hêz çêbibe.

Sererayî hindê ku hevserokatî û konseya rêvebir ya KNKê  bangnameya arastey sercem alîyên siyasî û medenî yên rojhilata Kurdistanê kiribû, amade nebûna çend alîyên sîyasî  li vê şêwira taybet bi rojhilata Kurdistanê ve bibû cihê pirsiyarê û dilgiranîya beşdarên Şêwira Neteweyî.

Piştî gotûbejeke têr û tijî, beşdaran çendîn pêşniyar ji bo paşeroja xebat û tekoşînê li rojhilata Kurdistanê û Xorasanê pêşkeşî dîwan û kombûnê kirin.

Daxwazên Şêwira Neteweyî:

1.    Şêwira Neteweyî bi cidî li ser diyalog û beramber qebûlkirinê gotûbêj kir. Herwisa  tekez li ser peywendîyên di navbeyna partî û rêkxistinên rojhilata Kurdistanê jî kir û yêkdengî ji bo pêkînana stratejîyeke neteweyî li wî beşê Kurdistanê bi pêwîstîyeke henûkeyî zanî.

2.    Beşdaran pêdagîrî li ser hindê kirin ku tixûbên destkir yên di navbeyna  parçeyên Kurdistanê da nebine asteng li pêş yêkîtî û destekdana neteweyî.

3.    Pêwîst e hemû partî û rêkxistinên rojhilata Kurdistanê bi hisên berpirsyarîya neteweyî nêzîkî hevdu bibin.

4.    Ji ber ku parçeyên Kurdistanê kûratîya stratejîya hevdu ne, pêwîst e her beşekî Kurdistanê li hember parçeyên dî berpirsyarîya xwe pêkbîne û harîkarê parçeyên dî be û xetên sor yên neteweyî biparêze.

5.    Ronakbîr û nivîskarên rojhilata Kurdistanê çalaktir beşdarîya avakirina yêkîtîya neteweyî bin. Ew dikarin rolên mezin û bi bandor li ser karên siyasî û kultûrî û civakî yên civaka Kurdistanê bibînin.

6.    Xebata kultûrî û civakî ya hundirî ya rojhilata Kurdistanê û derveyî welatî giringî pê bête dan. Peywendîyên di navbeyna hundirê Kurdistanê û Kurdên derveyî welatî mukum û xurt bikin.

7.    Pirsa jinan li Rojhilat wekî pirseke giring îhtimam pê bête dan. Rola jinê di bîyavên cudacuda yên xebat û tekoşanê û di nava civakê da bête pêşxistinê. Zulm û zora sîstematîk ya dijî jinê bête binbir kirin.

8.    Karkirin ji bo tevlêbûna zêdetir ya rêkxistinên sivîl û hemû organên çapemenîyê û rehîya giştî ya li rojhilata kurdistanê.

9.    Berbelavbûna madeyên hişbir (Tiryak) û mutadbûna ciwanên Kurdistanê rê li ber bête girtinê û siyaseta rejima Îranê ya di vî warî da bête şermezar û riswa kirin.

10.    Xebat û tekoşîna neteweyî li nav Kurdên Yarsan, Lor û Xorasanê bête xurt kirin.

11.    Rejima Îranê siyaseteke dumoralîyê dimeşîne, li derve rûyekî nîşan dide û li nav xwe li Îranê jî siyaseta tepeserkirin, îşkence, îdam û asîmîlasyonê peyrew dike. Ji bo aşkera kirina rûyê rast yê rejima dagîrker ya Îranê, pêwîstî bi karê siyasî û diplomasîyê yê hevpişk heye. Ji bo vê meremê jî hewil bête dan ku konferanseke navneteweyî ya taybet bi rojhilata Kurdistanê ve girêdayî li parlementa Ewrûpayê bête pêkînan.

12.    Ji bo pêkînana civakeke demokrat û azad li Îranê da, xebata hevpişk ya gelên li Îranê û pêkhateyên etnîkî yên rojhilata Kurdistanê  bêne xurt kirin.

13.    Berdewamîya xebat û tekoşanê ji bo wê yêkê ku di paşerojê da konferanseke berfirehtir bi beşdarî kirina hemû alîyên siyasî  û sivîl yên Kurdistanî, taybet bi rojhilata Kurdistanê ve girêdayî bête kirin. Ji bo vê meremê jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, bi hevkarîya çend endamên beşdarî vê kombûnê bûne, komîteyek ji bo dûvdaçûna pêşniyar û daxwazên şêwira neteweyî pêkîna.

knkrojhilat

knkrojhilat1 knkrojhilat2

Şêwira Neteweyî bo Rojhilata Kurdistanê
21. 04. 2014, Västerås – Swêd