Languages: English ‏سۆرانی‎

Hûn bi xêr hatin malpera fermî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

DESTPÊK ▶

Ji bo Rojavayê, banga hevkarî û pistgirîyê

Daxûyanîya Çapemenî 11.06.2013 – Yêk ji bilindtirîn bihayên mirovahîyê azadî ye. Xelkê Kurd digel welatîyên xwe bi têkosîna salan dergehê azadîyê li ser welatê xwe vekirîye. Vê berxwedana dûr û dirêj digel xwe destkevtên bihadar jî înane. Duhî Basûra Kurdistanê bû xwudan statu û îro jî Rojavaya Kurdistanê li ser vê rêyê ye û Kurdistanîyan…

Encamê Civata Gisti ya 13min

Daxuyanîya Çapemenî 27.05.2013-Civata Gistî a 13.ya KNKê ya du rojî [25-26 Gulan 2013] bi biryarên giring bi dawî hat. Kombûna Gistî ya KNKê di sertên ku hewcehîya neteweyî û welatî ya Kurdistanê di dereceya herî bilind da heyî pêkhat. Hejmara endamên kesî û organîzasyonî zêde bû. Besdarîya Kurdistanîyan ya ji her parçeyî û diasporayê gelek…

Jenosîda Dêrsimê toka bêbextîyê ye di stuyê Dewleta Tirkîyeyê da

Daxûyanîya Çapemenî 04.05.2013 – 4ê Gulanê salvegera jenosîda Dêrsimê ye. Dîroka dewleta Tirkîyeyê gelek bi xwûn e. Dewleta Tirkîyeyê wekî mîratxwera Imparatorîya Osmanî, kust û kustdarî bo xwe kire polîtîkayeke bingehîn. Pêsîyên wan li serê sedsala bîstan xelkên Ermenî û Suryanî-Kildanîyan tirpan kirin, adeta ji cih û warên wan ramalîn, dol û nihal bi kustîyên…

Qirkirina gelê Ermenî,

Daxûyanîya Çapemenî 23.04.2013- Qirkina gelê Ermenî, Suryanî û Asurî û Kurdên Êzdî, damxeya xwe li sedsala bîstan da. Pistî 98 salan jî, em  carake din  wan rojên bi xwîn  bibîr tînin û weke roja pêsî êsa qurbanên zihniyeta fasîzan di dilê xwe de dibihîzin. Qirkirina gelan sucê mirovahiyê ye. Mixabin cîhana global jî, li hemberî…