Languages: English ‏سۆرانی‎

Qirkirina gelê Ermenî,

Daxûyanîya Çapemenî 23.04.2013- Qirkina gelê Ermenî, Suryanî û Asurî û Kurdên Êzdî, damxeya xwe li sedsala bîstan da. Pistî 98 salan jî, em  carake din  wan rojên bi xwîn  bibîr tînin û weke roja pêsî êsa qurbanên zihniyeta fasîzan di dilê xwe de dibihîzin. Qirkirina gelan sucê mirovahiyê ye. Mixabin cîhana global jî, li hemberî van gunehkariyan bêdengiya xwe didomîne.

Qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Asurî û Keldanî, qirkirina kurdên Êzdî, hîna di labîrentên dîrokê de vesartî ye. Gunehkarên sedsala bîstan,  hîna sucê xwe mikur ne hatine û zihniyeta kujer jî terk nekirine.

Sedsala ku bi qirkirina gelan derbas bû, mîrateyeke bi xwîn li pey xwe hist û  bû bingeha serê yekemîn yê cîhanê. Lê hêzên serdest û zihniyeta fasîzan ji xwîna gelan têrnebûn, di destpêka sedsala bîstîyekê de jî înkara dîrokê didomînin. Ji sedema zihniyeta fasîzan û dagirkeriya li ser bingeha qirkirina gelan tê mesandin, cîhanê ber bi dahatuyek ne diyar ve dibe. Hêzên otorîter, ji bo berjewendiyên xwe qirkirinan dikin û nirxên mirovahiyê, saristaniyên hezar salan tune dikin.

Hêzên dagirker, dîroka global bi xwîn kirin, îro jî soslojiya gelan bi xwîn dikin. Sîstema ku li ser xwînê hatiye avakirin,  dixwaze hukumraniya xwe li ser dîroka tevahiya mirovahiyê sazkar bike. Ev jî dibe sedema xezeba li dijî gelan û di encamê de, qirkirina gelan dike pratîkê. Mînaka wê jî, qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û kurdên Êzdî ye.

Qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û Kurdên Êzdî, tenê bi kustinê nema. Tehcîr û koçberiya perîsanî û xizaniya tunekirina li demê belakirî kirin pratîkê. Pistî 88 salan jî,  sopên êskencê, xwîna di riyan de, gorên bi sikêran hatine destnîsan kirin xuya dikin. Hawar û qîrêna zarok, jin û kalan di gelî û mesîlan de têne bihîstin.

Qirkirina Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û Kurdên Êzîdi bi destê Osmaniyan Îttîhadî pêk hat, lê îro jî, ev faszîma kujerî bi destê mîratzadeyên wan Tirkên Îttîhadî berdewam dike.

Di cîhana global û di kultura global de, mixbain zihniyeta fasîzan tê destek kirin. Bê çawa, di qirkirina Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û Kurdên Êzdî de, hêzên navneteweyî bûne hebparê kujeran, îro jî di heman rengî de, hevkariya xwe didomînin. Mînaka vê jî, serê 30 salan e ku li dijî gelê kurd tê mesandin. Di heman demê de, destdanîna ser mal û milkê manastirên  gelê Ermenî, Suryanî û xesp kirina gundê Êzdiyan e. Fasîzma Tirkên Îttîhadî, bi kustina rojnamevanê Ermenî Hirant Dink û kustinên rojane de rengê xwe eskere dike. Îro jî, fasîzma Îttîhadî li Tirkiyê serdest e û li meydanan diqîre.  Cîhana global jî, li hemberî fasîzma ku di sexsê Hîtler de hatiye gunehkar kirin, bêdeng dimîne.

Gelo inkara gelê kurd, înkara qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û Kurdên Êzdî ne duyemîn car sucê mirovahiyê ye? Heta doh bû, bermayiyên qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Keldanî Asurî û Kurdên Êzdî sax bûn. Hîna jî sopên van qirkirinan, weke neynika kiryarên fasîzan û gunehkariyê dimînin. Dîsa jî înkara dewleta Tirk berdewam dike. Li hemberî vê înkarê jî, vijdanê cihana global bêdeng e.  Wisa xuya dike ku, qirkirina gelan dibe qurbanê bazirganiya selefkarî. Îro jî, li ser qedera gelan lîstikên bazirganî têne mesandin û hêzên otorîter, ji bo berjewendiyên bazriganî qirkirina gelan bêperwa dikine pratîkê.

Em weke KNKê, qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û Kurdên Êzdî bi tundî sermezar dikin. Em bang li raya gistî ya cîhanê teva dikin ku, li dijî înkara qirkirina van gelan dengê xwe bilind bikin. Qirkirin sucê mirovahiyê ye. Hemberî ku ev sucê mirovahiyê li gelek welatên cîhanê hatiye erê kirin jî, bedengî û parastina van hêzên gunehkar manîdar e. Wilo xuya dike berjewendî serdestî nirx û pîroziyên mirovahiyê ne.  Ev jî sermezaRIya mirovahiyê ye.

Em weke gelê Kurd, di vê pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyê û Kurdistan Bakurê tê axaftin de, ji bo dahatuya gelên li Tirkiyê û Kurdistanê teva bi berpirsiyariyek dîrokî tevbigerin.

Dîsa em weke KNKê bang li tevahiya van gelan, rêxistin, demokratên van gelan teva dikin ku di vê pêvajoyê de, pengava demokratîk destek bikin. Bas tê zanîn ku hêêzn kujer û otorîter, her dem ji parçebûna gelan sûd girtine: Dive ku em jî ji dîrokê dersan bigirin û li dijî hêzên otorîter bi yek hêzê dengê xwe bilind bikin.

Bi vê mebestê em careke din qirkirina gelê Ermenî, Suryanî-Asurî, Keldanî û Kurdên Êzdî bi tundî sermezar dikin û kujerên vî sucê mirovahiyê lanet dikin.

Konseya Rêvebir a KNKê