Languages: English ‏سۆرانی‎

Ji bo Rojavayê, banga hevkarî û pistgirîyê

Daxûyanîya Çapemenî 11.06.2013 – Yêk ji bilindtirîn bihayên mirovahîyê azadî ye. Xelkê Kurd digel welatîyên xwe bi têkosîna salan dergehê azadîyê li ser welatê xwe vekirîye. Vê berxwedana dûr û dirêj digel xwe destkevtên bihadar jî înane. Duhî Basûra Kurdistanê bû xwudan statu û îro jî Rojavaya Kurdistanê li ser vê rêyê ye û Kurdistanîyan li Rojavayê rêvebirîyeke xweser ava kirine, di warê leskerî û polîsî da asayisa welatî temîn kirine, îdareya welatî hilgirtine bin kontrolê. Kurd û Kurdistanî li milekê têkosîna azadîya xwe û welatê xwe didin, li milê dî ji bo avakirina Rojhilatanavîn ya demokratîk jî bedelên giran didin ku digel azadîyê, aramî û astîya navçeyê jî pêkbêt. Mixabin ku hêz û dewletên berjewendî û qazanca xwe di têkvedan û arêseyê da dibînin nahêlin ku li Rojhilatanavîn tenahî, azadî, wekhevî, astî û dadyarî serdest bibe.

Dewletên ku dixwazin li Kurdistanê statuya xwe ya kolonyalîstî bidomînin ji bilî êriskarîyên xwe yên yêkser, herwisa hêzên paramîlîter jî organîze dikin, hemû desteka lojîstîk didinê û berdidine warên azadkirî yên Kurdistanê. Ji serê vê salê were li alîyekê Dewleta Tirkîyeyê çete û hêzên paramîlîter rêdike ser bajêrên Rojavaya Kurdistanê ku têkvedanê bikin û bi vî rengî rê li ber statu wergirtina Kurdistanîyan bigirin, li alîyê dî rejima Beasê ya Samê jî bi hêzên xwe yên hewayî bombardumanê li ser cih û warên Kurdan dike. Li pas êrisa hêzên paramîlîter yên Serêkanîyê ertêsa Tirkîyeyê hebû. Eynî hêzên çete dîsa ve bi desteka Tirkîyeyê êrisî dora Helebê û Efrînê jî dikin ku ew aramîya Kurdan di warên xwe da pêkînayî sabote bikin. Rejima Samê jî bombardumanên xwe didomîne. Bi taybetî Heleb hatîye wêran kirin. Taxên Kurdan hind hatine serûbin kirin ku xelkê me ber bi Efrîn û Kobanîyê ve koç dike.

Bi taybetî nufûsa Efrînê ji ber vê koça giran îro bûye du qat. Ablûkaya li dora Efrînê di dereceya mirandinê da ye. Ji bilî êrisên leskerî, jîyana rojane jî hatîye tengav kirin û sewqîyata pêdivîyên jîyanê jî tête asteng kirin. Îro li dorberê Efrîn û Kobanîyê bi bosbûna nufûsê ve hem tengavîya xwarin û vexwarinê tête kêsan, hem jî rewsa saxîyê jî ketîye tehlîkeyê. Ev rewsa tirsbar di serî da jîyana jin û zarokan tehdît dike.

Konseya Rêvebir ya Rojavaya Kurdistanê di warê rêvebirî û îdareyê da, YPG û Polîs jî di warê asayisa welatî da hemû hewildanên xwe didomînin. Di têkosîna parastina welatî da valahî anjî zeafek nîne. Xelkê me digel hemû astengî û bê imkanîyan jî pistevanê rêvebirî û hêzên parastinê yên xwe ye.

Pirsa mezin îro li Efrîn û Kobanîyê, kêmbûna pêdivîyên jîyanê ye. Lewma Kurd û Kurdistanî di roja îro da divêt bi giyanekî seferberîyê hevkarî û pistevanîya Rojavaya Kurdistanê bikin. Kurdistana Federal jî divêt hemû imkanên xwe bide xizmeta xelkê me yê Rojavayê.

Em bangî hemû Kurdistanîyan dikin ku her çi pêdivîyên jîyanê hebin û desteka pareyî bi rengekî organîze kom bikin û bi rêya Heyva Sor ya Kurdistanê bi xelkê me yê Rojavayê ra bigihînin.

Roj roja xîretê ye. Roj roja hawarê ye. Divêt hemû Kurdistanî ji bo xelkê me yê Rojavayê rabine ser pêya û hevkar bin, pistevan bin.

Kurdistanîyên li dîasporayê jî divêt bi vê armancê her çi imkanên wan hebin bi rengekî organîze xebata hevkarî û pistevanîyê bidine dest pê kirin.

Kurdistanî divêt li welat û cihên lê, mekanîzmayên navneteweyî jî aktîve bikin ku ew jî hevkarîya xelkê me yê Rojavayê bikin.

Di pirsa Rojavayê da, ji bo aktîv kirina UNê [Organîzasyona Neteweyên Yêkbûyî], hemû hêz û kesên Kurdistanî divêt hewildanên xwe di dereceya herî bilind da bidomînin û vî karî wekî erk û berpirsiyarîyeke neteweyî û welatî bibînin.

Konseya Rêvebir ya KNKê