Languages: English ‏سۆرانی‎

Hûn bi xêr hatin malpera fermî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

DESTPÊK ▶

Tecawuzkarîya rejimên dagîrker û bûyera li Mahabadê

Li Mahabadê jineke Kurd ji ber tecawuzkarîya ajanên istixbarata Iranê xwe kuşt. Xelkê Mahabadê eve çend roj in ku vê daberizîna hovane bi xurtî protesto dike. Jina Kurd Ferînaz Xosrowanîyê bi keda xwe ya helal li Hotêl Tarayê kar dikir. Ajanên istixbarata Iranê hewildana daberizînê kirine û xwastine dest biavêjine vê jina Kurd. Ferînaz Xosrowanîyê…

1ê Gulan, Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi xwuhdana enîya xwe, bi keda xwe ya helal 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya ”Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê” û vê gavê li seranserê dinyayê tête pîroz kirin û bila li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be. Cejna 1ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya…

Daxuyaniya komîteya diplomasî ya hevbeş a Kurdistanî

Netewe û Gelên Azadî û demokrasîxwaz! Hêz û layenên siyasî! Kesûkarên Şehîdan, li seranserê Kurdistan û Cîhanê! Di van şert û delîvên çarenivîssaz da ku temamê navçeyên rojhelata navîn û dewletên kendav, ketîye di nava şerekê mezin, nerehetî û alozîyên navxweyî, navçeyî, tayîfî û mezhebî de û herwesa di nava metirsî ya paşerojeka ne zelal…

JENOSÎDA BI DESTÊ ÎMPARATORÎYA OSMANÎ YA DI SALA 1915an DA HATÎYE KIRIN BILA BÊTE QEBUL KIRIN

Imparatorîya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915an da dijî gelên xwecih yên Xiristiyan [Mesîhî] ku li cografyaya Mezopotamya û Anatolîya dijîn qirkirinek pêkîna. Hejmareke bilind ya Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirine da rêvebiren Cemîyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdîyê û Ertêşa Osmanî, efserên [sobayên] di…