Languages: English ‏سۆرانی‎

Konseya Rêvebir ya KNKê

Konseya Rêvebir ya KNKê kombûna xwe ya perîyodîk bi rojeva bûyer û rûdawên bi giştî li Kurdistanê û cîhanê temam kir û di encam da giring dît ku van tesbîtên xwe digel endam û bîr û rehîya giştî parve bike.

Di destpêkê da em serkevtina di hilbijartinên parlementê yên li Tirkîye û bakura Kurdistanê yên ku HDPê bi dest xistî bi dilgermî pîroz dikin. KNK hilweşandina baraja seda dehê wekî derbazkirina bendeke hejmarî nabîne, di hilweşandina rejima dagîrker ya Tirkîyeyê da serkevtineke mezin dibîne ku eve qonaxeke nû ya têkoşîna dijî rejimê îfade dike. HDPê di van hilbijartinan da cepheyekî pahn û berîn pêkîna di navbeyna Kurd, Kurdistanî û xelkên Tirkîyeyê da. Vê encamê di mezinkirina têkoşîna demokrasîyê da jî dergehekî nû vekir di xebat û têkoşîna bi giştî ya xelkên bindest û hemû bask û grûbên mexdûr yên civatê da. Ji ber hindê KNK dubare HDPê û hemû endam û piştevanan û xelkên Kurdistan û Tirkîyeyê pîroz dike. KNK hemû parlementerên HDPê yên hatine hilbijartin jî pîroz dike û daxwaza serkevtinê dike.

Di vî demê ku tête jîyan da, prosesa çareserîya bi giştî Kurdistanê, li her parçeyê Kurdistanê bi rengekî cuda lê gav bi gav ber bi pêşve diçe. Li başûra Kurdistanê [Herêma Kurdistanê li nav Iraqa Federal] hem lêgerînên başkirina demokrasîyê didomin, hem jî dijî êrişkarîya DAIŞê berxwedaneke xurt tête domandin. Di demekî nêzîk da jî hilbijartina serokatîya Herêmê di rojevê da ye. KNK hêvî dike ku li vî beşê welatî hemû pirs û pirsgirêk bi rengekî demokratîk û di nav diyalogeke herî fireh da bêne çareser kirin û konsensûsa neteweyî û welatî ya demokratîk ji alîyê hemû dînamîkên navxweyî ve bingeh bête qebûl kirin û li ser vî zemînê lihevkirinê bigihine encaman û herwisa diyaloga digel Bexdayê jî di çarçoveya berjewendîyên neteweyî da bête ragirtin.

Li rojavaya Kurdistanê jî hem statuya xweserîya demokratîk di nav kantonan da tête xurt kirin hem jî dijî êrişkarî û dagîrkerîya hêza kevneperest DAIŞê berxwedaneke bi rûmet tête dan û welat bi her awayî tête parastin. Herwisa ji bo yêkkirina axa Kurdistanê bi seferberîyeke bilind ya neteweyî û niştimanî têkoşîneke fedakarane tête dan û di pêşengîya YPG û YPJê da digel xelkên li Kurdistanê cepheyekî fireh yê leşkerî ji bo parastina welat û jîyana xelkê sivîl hatîye organîze kirin. Vê gavê di vegirtina axa welatî ya di navbeyna Kantona Cizîrê û Kobanîyê da, li dora Girê Spî [Til Ebyed] şerekî mutleq serkevtinê tête dan û her diçe hêzên DAIŞê têne şkandin û azadkirina vê axa welatî gelek nêzîk e. KNK vê bizava vegirtina axa welatî ya dijî dagirkerîya DAIŞê giring û stratejîk dibîne ku serkevtina vê hemleyê dê derî li têkoşîna vegirtina parçeyên dî yên di bin dagîrîya DAIŞê da jî veke. Serkevtina têkoşîna Girê Spî [Til Ebyed] dê bibe hêzeke mezin ya hemledarîyê ku navçeya di navbeyna Kobanî û Efrînê da jî ji dagîrkeran bête standin û kantonên Kobanî û Efrînê jî bibine yêk. Bi vî rengî rojavaya Kutrdistanê ku wekî korîdarê ji ser ava Dicle dest pê dike û digihe dora palên Çiyayê Kurmanc dê rizgar bibe û ew ”Kemera Erebî” ya salan jî dê bi dawî bêt û herweha ev serkevtine dê rê li ber muhtemel dagîrîya dewleta Tirkîyeyê jî bigire. Ji ber ve armanca stratejîk divêt hemû Kurd û Kurdistanî di vê hedefê da hêza xwe bikine yêk û piştevan bin. Helbet hem cephegirîya li kantonên rojavaya Kurdistanê hem jî desteka hewayî ya hêzên koalisyona navneteweyî cihê hemû teqdîran e ku bi hev ra cepheyê DAIŞê dişkênin.

KNK di nav vê hercûmerca li navçeyê da bangî dewleta Tirkîyeyê jî dike ku di prosesa avakirina Kobanîyê da rê li hevkarîya navneteweyî negire û dergehê gihandina hevkarîya avakirin û pêkve jîyanê [korîdorê humanîter] bête vekirin.

Prosesa çareserîya li bakura Kurdistanê hêj berî hilbijartinan ji teref hukûmeta AKPê ve hatibû sekinandin û hevdîtinên bi birêz Ocalanî ra hatibûn asteng kirin. Vê helwesta negatîv ya hukûmeta AKPê hilbijartin bi wan da berze kirin, lê belê HDPê bi alyansa xwe ve serkevtin bi dest ve îna. Îro HDP û bi giştî bizava azadîyê ya Kurdistanê xurttir bûye û hêvîya domandina prosesa çareserîyê zêde kirîye. Wekî terefê aştîyê HDP û bizava neteweyî ya Kurdistanê şik tê da nîne ku dê vê serkevtina xwe di bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasîyê da bi kar bînin. Pozisyona HDPê û bi giştî pêşengîya doza Kurdistanê xurttir bûye. KNK tewsîyekar e ku ev serkevtin û xurtîya pozisyonê di pêşvebirina prosesa çareserîyê da bête bi kar înan û qazancên Kurd û Kurdistanîyan û bi giştî demokrasîxwazan li Tirkîyeyê bêne zêde kirin. KNK herweha bangî dewleta Tirkîyeyê dike ku vê encamê bi pozîtîvî bixwûne û biha bike û ji ser xeta lihevhatinê varê nebe û li leyiz û planên ku dijminahîyê kûr dikin negere û li ser esasê protokola Seraya Dolmabahçe bi rê bikeve.

KNK herwisa daxwazê ji Cîhana Rojavayê [Yêkîtîya Ewrûpa, Amerîka û hemû alyansdarên wan] dike ku di van demên ku Kurd û Kurdistanî dijî kevneperestî û antîdemokratîzma li Tirkîyeyê têkoşîneke xurt didin da, destekê bide HDPê û bi giştî bizava neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê. Di vê çarçoveyê da divêt PKK jî ji lîsteya terorê bête derêxistin.

KNK hewildanên şerxwazî yên dewleta Iranê ji nêzîk ve taqîb dike û bala dewleta Iranê dikêşe ku ev pozisyona wan ya şerxwazî bi agir leyistin e û divêt xwe ji vê pozisyonê mutleq dûr bike. Reftara bi vî rengî dê bi wan jî bide winda kirin. Rêya rast digel opozisyona Kurdistanî di nav diyalogê da be û bi wan ra çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê pêşbêxe.

KNK dînamîzma jinan ya di nav civata Kurdistanê da bi pozîtîvî biha dike û hêvî dike bizava jinê li Kurdistanê hêj organîzetir be û hem têkoşîna azadî û rizgarîyê bilind bike hem jî hemû pirsgirêkên xwe yên cinsîyetî bi rengekî demokratîk çareser bike.
KNK îsal [2015] Civata Giştî ya 15. di meha Îlonê da pêktîne. Civata Giştî ya 15. civata nûkirina KNKê ye. Endamên nû dê sûnd bixwin, hilbijartina hevserokîyê, konseya rêvebir û endamên serbixwe yên dîwana giştî dê bête kirin û ji bo du salan dê dest bi kar bin.

Doza Kurdistaneke azad û rizgarbûyî armanca hevpar ya hemû Kurdistanîyan e. Di vê hedefê da xala sereke û jîyanî hevgirtin û tifaqa navxweyî ye. KNK ji demê damezrandina xwe were ji bo vê armancê têkoşînê dide, xebatê dike. Xala dawîyê hêj jî nehatîye bi dest xistin. Nihe armanca hemû Kurd û Kurdistanîyan ev e ku her bi çi rengî be yêkîtîya navxweyî pêkbînin. Destkevtên îro, parastina wan, standina parçeyên dagîrkirî û avakirina jîyaneke bextewar û demokratîk li Kurdistanê divêt armanca sereke be û bo vê armanca heq û rewa û gelek mirovî di bingehê tifaqa navxweyî da pêkve Kurdistanî xebat û têkoşîna xwe bidomînin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
14 Hezîran 2015,