Hêza kevneperest û kirêgirtî DAIŞê dîsa ve êrişî Kobanê kir. Encama vê êrişa bêbextane giran e. Kuştî û birîndar gelek in. DAIŞê di çeperê Kobanê, Girê Spî [Til Ebyed] û dora Hesekê da şkesteke mezin xwar.
Ev hewildana dawîyê nîşan dide ku DAIŞ ji şkestinê têr nebûye. Xuya ye ku ev hêza reş û tarî nasekine û dixwaze tola xwe ji Kurdan bistîne. Helbet di hemû êrişên DAIŞê da destekî ku wê diparêze heye.
Ev êrişa dawîyê ji alîyê demî ve tesaduf nîne. Serkevtina Kurd û Kurdistanîyan li bakur, rojava, haleya sempatîyê ya li meydana navneteweyî planê dagîrkerên Kurdistanê têkdide. Ji ber ku di şkestina DAIŞê da şkestina xwe jî dibînin. Bi taybetî Tirkîye gelek bêperwa vê rola xwe ya bêyûm dileyize û êdî desteka xwe ya ji bo DAIŞê venaşêre.
Serkevtina Kurd û tifaqdaran ya li Til Ebyedê dilê Tirkîyeyê gelek êşandibû ku serokkomar Erdogan nerazîbûna xwe gelek vekirî diyar kir. Hevkarî û piştevanîya lojîstîk, leşkerî û manewî ya dewleta Tirkîyeyê ji bo DAIŞê berdewam e. Di vê êrişa îro li Kobanê da pêkhatî jî ev desteka dagîrkeran xuya dibe. Tirkîye û hevkarên wê têkdana saheya rojavaya Kurdistanê hewaleyî DAIŞê kirine. Ji vê êrişa îro jî kivş dibe ku rehetîyê nadine xelkê rojavaya Kurdistanê ku birînên xwe bikewinîn, welatê xwe yê ji teref wan û DAIŞê ve hatîye wêran kirin careke dî ava û avadan bikin.
Bûyera îro rûdayî li Kobanîyê divêt ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve sivik neyê girtin, ber û piştên vê êrişê gelek ciddî bêne xwandin û analîz kirin û polîtîkayeke yêkgirtî ya neteweyî û niştimanî bête tesbît kirin û ev êrişên hovane bi cepheyekî herî fireh yê navxweyî bêne betal kirin. Planê dagîrkeran, bi taybetî Tirkîyeyê li ser rojavaya Kurdistanê cihê nigeranîyê ye, niyeta wan xirab e. Her serkevtina xelkê me li rojavaya Kurdistanê, her vegirtina bihostek axa welatî ji destê DAIŞê herî zêde dewleta Tirkîyeyê nerehet dike. Ev reftara dewleta Tirkîyeyê divêt gelek vekirî bête tawanbar kirin.
Em wekî KNK vê êrişa li ser Kobanîyê, li ser destkevtên rojavaya Kurdistanê bi xurtî rûreş dikin. Kobanê ya birîndar hêj êş û birînên xwe sax nekirî dubare dibe hedefa dijminan. Kobanêya ku bûye sembola serkevtina doza Kurd û Kurdistanê dijî dagîrkeran û destê wan yê xwûnawî DAIŞê dê vê belaya dawîyê jî ji ser serê xwe belav bike û rizgarî û azadîya ku bi xwûna sedan şehîdan vegirtî ji dest nade. Kurd û Kurdistanî divêt ji ber van êrişan welatê xwe, cih û warê xwe terk nekin.
KNK bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku nesekinin, her bi çi rengî be herine hawara Kobanîyê.
KNK ji ber şêhîdên vê erişa dawîyê sersaxîyê dide rêvebir û xelkê me yê Kobanê û timamî rojavaya Kurdistanê. Ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya xêrê dikin.
Kobanê dê dîsa ve serbikeve!
Konseya Rêvebir ya KNKê