Languages: English ‏سۆرانی‎

Li hilbijartinên 7ê Hezîranê yên li Tirkîye û Kurdistanê demokrasî serkevt

Di dawîya hilbijartinên 7ê Hezîranê da xelkên Kurdistan û Tirkîyeyê serkevtin. Xelkên Kurdistan û Tirkîyeyê di bin alaya HDPê [Partîya Xelkan ya Demokratîk] da lambeya sor danane ber hewildanên totalîter û dîktatorane yên hukûmeta AKPê û serokkomar Tayîb Erdogan.

Hukûmeta AKPê, serokwezîr Ahmet Davutoglu û serokkomar Tayîb Erdogan bi gotin û kiryarên xwe ve ber bi rejimeke kevneperest û antîdemokratîk ve adeta dibezîn. Ji xwe heta îro zulm û zor ji ser serê xelkên Kurdistanê û Tirkîyeyê kêm nekirin. Di hilbijartinan da bizava neteweyî û niştimanî ya xelkê Kurd û Kurdistanê li seranserê Tirkîyeyê di navbeyna hemû dînamîkên bindest yên rejimê da cepheyekî pahn û berîn pêkîna. Kurd û hemû komên etnîk yên Kurdistanê û Tirkîyeyê, çîn û navçîn, grûb û kategorîyên bindest û mexdûrkirî yên civatê di pêşengîya HDPê da hêza xwe kirin yêk û di encama hilbijartinan da bi hev ra serkevtin.

Bi vê encama serkevtî ya HDPê gelek mesajên rast, heq û rewa hatine dan. Dijî kevneperestîya dînî, dijî neteweperestîya miletê serdest, dijî kedxwarîya sermayedarîya neheq, dijî pratîka dîktatorane ya hukûmeta AKPê û bi taybetî reftara serokkomar Tayîb Erdogan ”Raweste!” hatîye gotin.

Di bin sihwaneya HDPê da hemû xelkên Kurdistanê û Tirkîyeyê dijî antîdemokratîzmê, dijî bend û baraja seda deh [% 10] alaya demokrasîyê bilind kirine û di kel û birca zulmê da çikilandine û ev baraja bêdad bi serê wan da hilweşandine.

Dijî polîtîka kolonyalîstî û asîmîlasyonîstî û herweha dijî êrişkarî, şer û şiddeta dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê li Kurdistanê ji teref xelkên Kurdistanê ve sekineke demokratîk û aştîyane hatîye nîşandan.

Encama hilbijartinên 7ê Hezîranê li Tirkîye û Kurdistanê herwisa serkevtina bizava neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê ye.

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê da heq û heqî, dad û dadyarî, mirov û mirovperwerî di bin alaya HDPê da serkevtîye.

Ewil car e ku di nav per û baskên partîyeke cepheyî ya demokratîk HDPê da digel temsîlîyeta etnîkî, temsîlkarên dîn û dînzayên cuda û bawerîya Êzidîtîyê jî dê di meclisa Ankarayê da cih bigirin.

Em wekî KNK di serî da HDPê û herweha Kurd û Kurdistanîyan û xelkên Tirkîyeyê pîroz dikin.

Di van hilbijartinan da derkete meydanê ku heke bindest û hemû mexdûr destên xwe bidine hev, hêza xwe bikine yêk, cepheyê herî fireh pêkbînin dê mutleq serbikevin. Nimûne ev hilbijartina 7ê Hezîranê ye. KNK hêvî dike ku ev zemînê hatîye vegirtin bi berpirsiyarî bête parastin û ragirtin û xebat û têkoşîn bête domandin û bilind kirin heta ku digihine armanca mezin anku azadî, aştî, demokrasî û rizgarîyê.