Languages: English ‏سۆرانی‎

KNK piştevanîya biryara KCKê ya li ser rawestandina kir û kiryarên leşkerî dike

6ê vê mehê [6.2.2023] li bakur û rojavaya Kurdistanê û sê bajêrên başûra rojhilata Tirkîyeyê zelzeleyeke gelek wêranker pêkhat.

Heta îro nêzîkî 30 hizar kes mirine û nêzîkî sed hizar kes jî birîndar bûne. Bi hizaran kes jî vê gavê di bin kavil û xirabeyên betonê da ne. Herwisa bi hizaran kes jî ji erd û warê xwe yê kavilbûyî koç dikin. Hukûmeta koalisyonî ya AKP-MHPê xelkê me di halê xwe yê perîşan da hêlaye û destê hevkarîyeke pêdivî dirêj nake.

Xelkê me digel xelkên dostên xwe rabûne hawara hevdu û hevkarîya hevdu dikin. Hukûmeta Erdogan-Bahçeli di rojên ewilî da rê neda hevkarîya navneteweyî jî. Ev helwesta wan ya dijî xelkî bû sebeb ku hejmara mirîyan zêde bû…

Di van şert û mercên awarte yên erdheja mezin û giran da, daku xelkên Kurdistanê û Tirkîyeyê bi rehetî hevkarîya hevdu bikin û ji nav kavilên vê zelzeleya mezin mirov û heywanên sax mayî rizgar bikin û herweha mirîyên xwe ji bin vê ax û betonê derêxin, Konseya Rêvebir ya KCKê biryara rawestandina hemû kir û kiryarên leşkerî da û bi beyanekê hem bo hemû hêzên peywendîdar, hem jî bo bîr û rehîya giştî aşkera kir.

Em wekî KNK vê biryara KCKê gelek bihadar û di cih da dibînin û piştevanîyê dikin. Di van şertên dijwar yên bi êş û jan û kul û derd da, biryareke gelek mirovî ye. Ev biryare imkanê dide ku xelkên Kurdistanê û Tirkiyeyê di nav xirabkerîya piralî ya erdhejê da hevkarîya hevdu bikin û kul û birînên hevdu bikewînin û derman bikin. Herweha ev biryare nîşan dide ku hêzên rizgarîxwaz û azadîxwaz yên Kurdistanê di merkeza polîtîkaya xwe da jîyanê bi cih dikin û li goreyî wê bizavê dikin.

KNK hêvî dike ku hukûmeta Tirkîyeyê vê biryara giring ya mirov û jîyan hez ya KCKê li ber çavan bigire û nekeve nav xirabkerî û istismara polîtîk û leşkerî.

KNK herweha hêvî dike ku ev biryara humanîter ya KCKê ji teref hemû alîyan ve bi baldarî û giringî bête tetbîq kirin.

KNK daxwazê ji hemû dînamîkên neteweyî yên Kurdistanî jî dike ku ev biryara KCKê ya gelek rast û maqûl bi berfirehî bo rehîya giştî ya navxweyî û navneteweyî bête ragihandin.

Konseya Rêvebir ya KNKê