Erhej karesateke mirovahîyê ye!
Erdheja navenda wê li bakûra Kurdistanê, bajarê Meresê û dîlokê de bi pileya 7.8 çêbûye de, bi sedan mirovan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne û hîn metirsîdarîya mirin û birîndarî zêde bibe heye. Di encamê de bi hezaran avahî rûxîyan û karesateke mezin li welatê me çêbû. Bi vê munasbetê em sêrîde ji kesên jiyana xwe dasdayî re rehmnetê û ji birîndaran re sifa xêrê dixwazin.
Di serî de em bang li gelê xwe dikin ku jibo alîkarîyê bi rûhê seferberîyê tevbigerin û li hevdû xwedî derkevin, pêwîste herkes ci ji destên wan were alîkarîyê bikin, ev erkê mirovahîyê û welatparêzîyê ye.
Raxmî erdhej bûyerek xwezayî be jî, lê encamên polîtîkayên rejîma AKP-MHPê ye, jiber bi salane pispor di vê mijarê de pêşbînyek bi vî rengî li ser heman herêmê dikirin. Lê, rejîma AKP-MHP ti tedbîr di warê teknîkî de û ne di warê ewlekarîyê de negirtin. Polîtîka wan, li herêm bû sebeba karesateke bi vî rengî. Sucdarên wê karesatê hûkumet û polîtikaya Erdogane.
Careke din em bangewazîye di serîde li gelê xwe û sazîyên navdewletî yên bi alîkarîya mirovahî dikin ku bi erkên xwe rabin demildest bo alîkarîya mexdûran tevbigerin û destê alîkarîye di her warî de dirêjî mexduran bikin.
Konseya Revebir ya KNKê