Neteweyên Cîhanê her yek bi şewazên xwe, 21ê sibatê, roja Zimanê dayikê pîroz dikin. Heger ji bo piraniya van neteweyan ev roj tenê helkefta ziman be, ji bo me kurdan û neteweyên din ên kurdistanî, wate û ramaneke wê ya berfirehtir, kûrtir û girîngtir heye. Di proseya çend salîya dagîrkerîyê û zalbûna zimanê neteweyên serdest li ser zimanê kurdî û zimanên din ên Kurdistanê de ji aliyekî û qedexekirin û hewldanên plankirî yên wan dewletan ji bo kirêtkirin û sivikkirina zimanê kurdî ye, ji aliyekî din, ew jî bi armanca jinavbirin û bijavtina zimanê kurdî ye. Zimanê daykî ji bo me wek stûnek bingehîn û şengesteya çarenivîsê û faktoreke bi bandor a girêdayî hebûna kurdan wek netewe tê dîtin.
Mixabin ev demeke dirêje zimanê kurdî dibin metirsiya lawazbûn û windabûnê de ye. Ev metirsî bi taybetî li bakûr û rojhilatê welêt tê hest kirin. Sedemên ku di zêdetir di bin vê fişar û tirsê de xala lawaz a bikarneanîna zimanê dayikê ye di axaftina rojaneya di nava kesên malbatan û civakê bi giştî de ye. Ji hemîyê jî giringtir ewe ku zimanê dayikê nebûye zimanê sereke di prosesa perwerde û fêrkirinê de. Her çende di dirêjahîya dîrokê de, ziman ji bo me kurdan bûye çeperê berxwedan û parastinê û her tim jî pêwîstî bi xurtkirin û bi hêzkirina vê çemberê hebûye. Pêşxistina hebûn û vejîna kurdan wek netewe bi resenayetîya xwe, her çiqasî di hundir kesayeta kurd bi giştî de bi cih bibe hê kême.
Ziman ji bo her neteweyekê hêz û sitûna mana wê ye. Xafilbûn ji pirsgirêkên ziman û guhnedana êş û azarên ziman û berxwenedan li hember êrîşên ser zimanê dayikê, wî demî ew ziman ber bi rêya tinebûnê re diçe.
-Li başûrê Kurdistanê parlement, hikûmet û saziyên fermî hene û di destûra dewleta fedral a Îraqê de jî zimanê kurdî hatiye qebûlkirin. Lê ji sedema nebûna siyasetên stratejîkên ziman û pilanên zanistî yên li ser ziman, rewşa zimanê kurdî aloz û şipirzeye û li hember komek astengiyan de ye. Loma pêwîste, hikûmeta herêma Kurdistanê van astengîyan bi lezgînî çareser bike û ji holê rake, bi cidî kar ji bo bi rêkxistin û bi sazîkirinê di kenal û platformên ziman û perwerdeyê de bike.
-Li rojavayê Kurdistanê tevî ku di rewşeke hestiyar de ye, di bin metirsîya dagîrkarî, şer û berxwedanê de ye, di vî warî de di nava şert û mercên ne asayî de îradeyeke xurt heye. Rêveberîya xweser di saziyên xwe yên perwerde û fêrkirinê de proseya xwendina bi zimanê kurdî û suryanî ava kirîye û tê peyrew kirin.
-Li her du parên dinê welat, ji bilî ku kurdî di xwendingehan de nayê xwendin, ji gelek alîyan, bi rêya mezhebî – dînî û regez – nijadperestîya sîstemê desthelatdarîya dewletên dagîrkeran ve, zimanê kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsîyek mezin de ne. bi taybetî jî zarav û zaravokên “Hawramî, maço, Zazakî, kurmanckî, kelhurî û yên din, herweha Asûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî” di bin heman rewşa xerab de ne. herweha hîn ji wan zaraveyên kurdî li başûr û rojava jî rûbirûyê van metirsiyan dibin.
Pir zaraveyî di zimanê kurdî de, nîşan û hêza dewlemendîya wî ye. Pir zimanî (yên resen) di nava civaka Kurdistanê de nîşaneya pir rengî, pêkvejîyan û şarîstanîyeta serdem e. ji ber vê yekê jî divê zimanê kurdî bi hemû zaraveyên xwe ve, di heman ast û giringî pêdanê de û li cihê erdnîgarîya axêverên xwe bêne parastin û li gor derfet û şiyanan di proseya fêrkirin, perwerde û xwendinê de bi awayekî fermi bêne pêşxistin.
Helbet, beşê diaspora jî ku hejmareke zêde ya kurdan li derveyî welat dijîn. Ji mêj were bi çand û zimanên wan gel û welatan re têkhel bûne, yan jî du zimanên dayikê di kesayeta xwe de afrandine. Giringe ku zimanê şîrînê kurdî pêş ve biçe, bimîne zînde û ji nemanê bête parastin.
Di vê derbarê de, ji bilî pîroz kirinê, giringe ev roj bibe derfeta kar û xebat û tekoşîneka hê zêdetir ji bo ku bala civaka navdewletî û rêxistinên pispor di ware ziman û çandê de bikişîne ser gef û fişarên dagîrkerên Kurdistanê yên li ser zimanê kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanî.
Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê serbarê destxweşîyê ji hemû hewlên rêxstin û kesanên ku xizmeta zimanê kurdî dikin. Bi taybetî yên ku zimanê kurdî xistikkne nava amûrên wergera dijîtal, ragihandinên global û teknelojiyayê de. Em wan bi destkeftên herî mezin dinirxînin û helkefta 21ê sibatê roja zimanê dayikê ya Cîhanî ji xwe re wek derfetek dibînin û daxwaza hemû saziyên ziman, çand, perwerde, mediya û çapemenîyan dikin ku li dijî hemû hêrîş, gef û metirsîyên li ser zimanê kurdî rawestin. Di heman dem de, li hember planên dagîrkeran bê deng nemînin.
Herweha pêwîste deshelatdarên kurd jî li ser metirsiyên nebûna siyaset û plansaziya zimanî bêne hişyar kirin. Bo me ziman ne tenê navgîna peywendiya di navbera kesan de ye, belku nasname û hebûna me ye jî. Parastina ziman erka me ye, werin bi hev re xizmetê jê re bikin û bighînin astên herî bilind.
Komisyona Ziman, Çand û Perwerde
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK