Languages: English ‏سۆرانی‎

Jibo Helepçeyê nû çênebin pêwiste em bi rêxistin û bi hêzbin

Daxûyanî bo Çapemenî 16.03.2009 – Di 16 heyva Adara sala 1988 de Rejîma Fasîst a Iraqê bi çekên kîmyayî êrîsî Helepçe kir. Bi hazaran kesên bê tawan ku piranîya wan jin û zarokbûn bi bombayên jahrê hatin qetilkirin. Em li ser navê KNK`ê sehîdên Helepçe bi birtênin û jibo gelê Kurdistanê sersaxîyê dixwazin.

Ev êrîsa komkujiyê li ber çavên cîhanê pêk hat. Dîmenên vê komkujiyê bi taybetî jî dîmenên wan dayikên ku xwestine zarokên xwe di himêzaxwede bi parêzin tu carî jî nayên ji birkirin.

Di herêma Rojhilata navînde herî zêde gelê Kurd zilm û zorê dibîne û di walatêxwe de ne xwediyê tu mafaye.Gelê kurd yek ji wan gelê kevnar yên herêmêye. Xwediyê ziman û çandeke mezin e. Gel ê Kurd jî weke wan gelê herêmê mafdar e da ku di walatêxwe de jiyaneke azad û bi rumet bijî. Tekojîn û berxwedana gelê Kurd jibo azadîyê ye. Ev helwesteke rewaye. Raxme zilm û komkujiyan, gelê Kurd li berxwedaye û hebûna xwe berdewamkiriye. Belê, berpirsên kiryarên Komkujiya Helepçeyê rejîma Baas ya Iraqê ruxiya û tawanbariya wan hate darazandin, lê ew siyaset û helwesta dewletên dagirker ya zilm û komkujîyan hin jî berdewame. Li ser gelê Kurd li ser tevgera azadiya gelê Kurd konseptên xeter yên komkujiyên nû ten amadakirin. Dewletên dagirker hewldidin ku destkeftiyên gelê kurd yên di encama bedelên giranbiha de bidest xistine sunde bigrin û cardin gelê Kurd dibin desthilatdariyeke xirab de bê vîn bikin. Lê êdî ev siyaseta înkar û tune dîtina mafên gelê Kurd bê encame. Gelê Kurd tu carî wê qabulnake, wê tekosîna azadî û ya demokrasiyê xurtirbike.

Di vê pêvejoyêde yekîtî û hevkariya gelê Kurd pir girîng e. Jibo parastin û pêsvebirina destketiyên gelê Kurd yekîtî û hevkariya hêzên gelê Kurd pir girîng e. Em bangawazî tevî hêzên kurda dikin ku bi zanîna dîrokî tevbigerin, yekîtî û hevkariya xwe xurtbikin, da ku bikaribin li beremberî kiryar û siyasetên dewletên dagirker rawestin û bi karibin pirsgirêkên gelê Kurd çarenser bikin.

Em weke KNK cardin bangawaziya dewletên dagirker dikin, da ku dev ji siyaseta xwe ya Komkujî û ya çawsandina vîna gelê Kurd berdin û mafên gelê Kurd nasbikin. Em hewl bidin jibo Helepçeyê nu çênebin. Em hewlbidin asîtî û biratiya gela bêsazkirin.

Em car din Komkujiya Helepçe bi tundî sermezardikin û tevê sehîdên xwe bi rêz bi bîrtênin û sersaxiya gelê xwe yên Helepçe dikin.

Bijî Tekosîna Azadiya Gelê Kurdistan

Konseya Rêveber ya KNK
16.03.2009