Languages: English ‏سۆرانی‎

Ji Kurdistanê ji bo cîhanê: Jin Jiyan Azadî!

Rewşa îro pir dişibe rewşa qonaxa îlankirina 8ê Adara 1910an. Amadekarî ji bo şerekî dijwar wek îro di rojeve de bû. Di demek usa de, 8ê Adarê di sala 1910 an de ji aliyê jina şoreşger Clara Zetkîn wek roja jinên kedkar ya cîhanê hat îlan kir. Clara Zetkîn bawer dikir ku bi pêşengtiya berxwedana jinan wekhevîbûna qedrê kedê di navbera jin û meran li himber mêtîngeriya kapîtalîzmê pêk bîne. Mixabin xeyala Clara Zetkîn û hezaran jinên şoreşger yên din wek îro diyar dibe bi qasî ku tê xwestin pek nehat. 4 sal piştî îlankirina 8ê Adarê yanî

1914 an şerê cîhanê yê yekemîn pek hat û mîlyonan mirvo hatin kuştin, welat hatin tekbirin. Jin di wî şerî de du qat hatin perçiqandin. Êdî dewletên serdest herkes di bin navê neteweyetê de mecbûrê şer kirin.

Di cîhana îro de em wekî salên di navbera 1910-14 ber bi rewşek giran de diçin. Bi taybet

piştî şerê di navbera Nato û Rûsya de li ser Ukranya pevçûn, rikberiya di nava dewletan de zêde û bi lez dibe. Jiyana mirovahî û xwezayê îro di bin xeteriyek mezin de ye.

Şerên cîhanê yên I û II xilas bûn, lê mîrateya wan li ser Kurdistan qet nesekinî. Him şerê dewletên rojava û him jî yên dewletên dagirker wek Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrî li ser Kurdistan qet ranewestîyan. Sed sal in komkujî, talan, koçberî, asîmîlasyon li ser me Kurdan hate ferzkirin. Ji bo ku koka Kurdan ji bingeh de ji holê rakin sîyasetek taybet ji li ser jinên Kurd pêk anîn. Bi îşkenceyên regezperestî li ser jinên Kurd ve çûn. Dagirker dizanin ku koka nasnameya Kurd bi ziman, çand û kevneşopiya di jinên Kurd de ye. Lê mixabin di nava civaka Kurd de jî kevneperestiya mêrên serdest jî hebûna jina wek mirov nedîtin û bi hemû şêwazan tehdît li ser jiyana jinan bû. Lê li aliye din jî ev sedsal in li Kurdistan berxwedan jî qet ranewestîyan.

Ev 40 sal in li Kurdistanê rewşeke bingehîn derket holê. Di nav 30 salan de têkoşînek bê mînak ya jinên Kurd jî rû da. Ev şoreş him ji serkeftin him jî ji binkevtinên berxwedan û raperînên beriya xwe, gelek ders vergirt û berdewamiya pêkanîna xeyalên hezaran şehîdên jin û merên Kurdistanê bû. Di asteya îro de jî jiyan li Kurdistanê bê jin nameşe.

Ev hêza mezin û modern îro Kurd û bi taybet jî jinên Kurd gîhand qada navneteweyî. Berhemên wê yên serkeftî di şerê li dijî DAÎŞê de di pêşengtiya YPJ/YPG di sala 2013-2014 an li Rojava û Başûrê Kurdistan û bi taybetî jî li Ezîdîxanê hêvî da Kurdan û cîhanê. Cara yekemîne ku di dîrokê de Kurd wek hêza hêvî û hezê dikevin rojeva cîhanê. Heya îro jî ew hêvîbûyîna şoreşa jinên Kurd berdewam e. Bi taybet rastîya jinên Ezîdî nîşan dide ku jinên ku doh dikirin kole, îro xwedî hêza parastinê ne, li dijî dagîrkeran dengên wan bilind in. Li rojavayê Kurdistan rixmê êrîşên bê navber yên dewleta Tirk, şoreş bi pêşengtiya jinan bi berdêlên mezin her diçe mezintir dibe. Li Bakûrê Kurdistan her çiqas rejîma dagirker û faşîst ya dewleta Tirk rê nade tu liv û tevgerê, berxwedan bê navber didome. Jinên Kurd li himber dîktator Erdogan bi serbilindî di nav berxwedanê ne. Li Başûrê Kurdistanê wek qada lîstokên sîyaseta navdewletî û dagirkerên herêmî wek Tirkiye û Îranê, civaka Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd di nav lêgerînên nû de ne. Jinên Başûrê Kurdistanê êdî di jiyanê de nûbûyînê dixwazin.

Cîhê ku şoreşa jinên Kurd hejand jî dewleta dagirker ya Îranê bû. Gel û jinên Kurd xwedî li keça Kurd Jîna derketin û heya niha bê navber dewleta Îranê dihejînin. Xwişkên me li Rojhilatê Kurdistan, Belûçîstan û Îranê bi diruşma jin jiyan azadî rêya pêşeroja xwe diyarkirin. Jin jiyan azadî wek berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê edî bû malê hemû gelên Îranê û cîhanê.

Pişti 113 salan îlankirina 8ê Adarê me bi hezaran şehîd pêvajoya ku Clara Zetkîn ji bo jina destpekiri bû, bi şoreşa xwe ya Kurdî ve peşxist û îro di qonaxa şerê cîhanê III. de berhemên xwe vedigerînin ji bo jinên cîhanê. Li ser axa Kurdistan alternatîfa jinan himber serê cîhnaê III roj bi roj dîyarker dibe. Êdî Kurdistan bi hêza jinên Kurd û nirxên xwe ve dibe alîkar ji çareserîyên pirsgerikên gerdûnî re. Di ve rojê de em jinên şehîdên şoreşa wek Clara Zetkîn û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi minnet bi bîr tînin.

Ji bo pêşerojek azad em dibêjin her rojên we bi jin, jiyan, azadî ve geş û xweş bin.

Komîsyona Jina ya KNKê