Languages: English ‏سۆرانی‎

Her serferaz be serhildana mezin ya xelkê başûrê Kurdistanê

32 sal bi ser serhildana başûrê Kurdistanê derbaz dibin. Wî demî di sala 1991 an di delîveyeke mêjûyî û guncaw da, gelê Kurdistanê bi serhildanek gelêrî, demûdezgeh û desthilata rêjîma Be´s a Îraqê li başûrê Kurdistanê li holê rakirin. Ew rêjîma ku bi salan hemû şêweyên tepeserkirinê xelkê Kurdistanê girtibû ber xwe. Hemû çekên modern û qedexekirî li dijî kurdan bikaranî, heta gehiştî qonaxên jinosaîd û jinavbirinê. Lê ji ber ku xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî yên wî demî li ser bergirî û bi destînana çarenivîsa xwe, yekdeng û yek helwêst bûn, karîn wan berbestan bi herifînin.

Ewa di wî demî da kurd û gelê Kurdistanê parast, di dereceya yekemîn da yekêtîya navxweyî û neteweyî ya kurdan bû. Xwe girêdan bû bi hêza karîger û bi bandora xelkê Kurdistanê. Ku di niha da ew rastî ji hemî zêdetir xwe zelal dike. Serhildana bihara 1991 an, guherîneka mezin bû di dîroka Kurdistanê da. Pencereyeka berfireh bi rûyê Kurdistaniyan da hat vekirin û elind û ezmûneke nû û geş derket pêşiya Kurdan. Ew serhildan bû cihê hêvîya hemû parçeyên Kurdistanê û di her derê Kurdistanê hat destek kirin. Wê serhildanê perlemento û hikûmeta herêma Kurdistanê li pey xwe anî û afirand û bûne destkeftên neteweyî û niştîmanî di dîrokê da. Xelkê Kurdistanê bi giştî ji bo van destkeftîyan şa bûn. Di şert û mercên pir zehmet û nebûnî û birsîtî û hejarî yê da ew ezmûn hate parastin û rakirin ser pîyan.

Heger çî ev ezmûn bi qonaxên pir zehmet û nakokîyên dijwar û şerê navxweyî da derbaz bû, lê belê gelê me her wek destkefteke neteweyî û niştîmanî dibînin û diparêzin. Ji ber wê yekê, divê rêveberên herêma başûr her tim viyan û îradeya xelkê Kurdistanê ber bi çav bigrin.
Sereray hindê ku îro ezmûna başûrê Kurdistanê bi kirîz û qeyranên kûr û qonaxeke zehmet ya aborî, siyasî û rêveberîyê re derbaz dibe, rûbirûyê şerê terorê û pilanên hêzên dagîrkerên Kurdistanê jî bûye. Ev jî ne bi tenê başûr belku ezmûna rojava û xebata parçeyên din jî xistiye ber tirsê. Lewma îro li her demî zêdetir yekîtîya neteweyî û niştîmanî û hevçeperî ya xelkê me û hêzên Kurdistanî rê li plan û xeterîyên neyaran digire û destkeftan bi garantî ve diparêze.

Îro piştî 32 salan, destkeftên serhildana başûr, her wek destkeftiyên rojavayê Kurdistanê di bin fişar û zextên hêzên neyar û dagîrkeran de ye, bi taybetî jî dewleta Tirkiya bi hemû hêza xwe planan li dij digêrit. Divê bi her awayî ev destkeft bêne parastin û pêşve birin. Parêzerê herî rast û xwedî şiyanê van destkeftan gelê Kurdistanê û yeketîya neteweyî û niştîmanî ya xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî ne.

Parastina van deskevtan di stoyê hemû hêzên Kurdistanî de ye û berpirsiyarîyekî dîrokî ye. Heger na dîrok rehmê bi kesê nake. Lewma pêkînana sîwana hevpar ya bergirî û parastinê erkê îro rojê ye û here pêwîstê vê qonaxê ye.
Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, salroja serhildana mezin ya gelê me yê başûrê Kurdistanê de, pîrozbahî yê li hemû Kurdistaniyan dikin û bi şanazî ve wê serhildanê bilind dinirxînin. Bi bîranîna serhildanê hêvî dikin ku arîşeyên navxweyî yên hêzên Kudistanî bi diyalog û lojîk bigehin çareserî yê û planên neyar û dagîrkeran bên pûç kirin.

Ji bo başûrê Kurdistanê jî hêvîxwazîn bi zûtirîn dem ji qeyran û kirîza aborî û siyasî ra derbaz bibe. Jiyan û jiyara xelkê li bin siha destûr û serwerîya yasa yê da bê dabîn kirin.

Em carek din serhildana mezin ya başûrê Kurdistanê pîroz dikin, serê xwe bo hemû giyanbextkerên xebata rewa ya gelê xwe di tewînin.

Konseya rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK