Languages: English ‏سۆرانی‎

Ji Komîteya Diyaloga Navxweyî Bang

Kurdistan li ber devê metirsiyên navxweyî û herêmî de ye!
Gelê Kurdistanê yê azadîxwaz!

Herweke hûn agadar in, dijwarî û alozî di nav çend hêzên kurdistanî de di asteke metirsîdar de ne. Vê rewşa ha xelkên Kurdistanê nîgeran kirine. Rûbirûrawestana hêzên kurdistanî li hember hev û şerê mêdyayî xelkên Kurdistanê xistine rewşeke weha kambax, ku rojên tarî yên şerê navxweyî bi bîr tînin. Bê guman ev rewş ji neyarên Kurdistanê re derfeteke ku wan tim xewnên xwe pê dîtiye û wan tim ji bo wê kar kiriye, da bi vî awayî dirêjiyê bi dagîrkirinê bidin û ew destkeftiyên ku bi xwîna sedhezaran cangorî û bi xebat û têkoşana sedanhezaran têkoşer bi dest hatine, ji nav bibin.

Di hel û merceke weha de şerekî navxweyî di vê qonaxa ku Cihan têre derbas dibe, şermezariyeke mezin bi ser gelê me de tîne. Di heman demê de kesek ji dost û hevalên me bi dengê me ve nayê.

Li aliyekî din gelek derfet li ber xelkên Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî hene, ku ew doza Kurdistanê ber bi eqarekî serkeftî de bibin û serkeftinên bêhtir jibo xelkên Kurdistanê werin bi dest xistin.

Bila em bi hev re hewl bidin li şûna şerê navxweyî derfetên sûd û kelkê ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê bibînin.

Me, weke Komîteya Diyaloga Navxweyî, ya ku ji çend dezgeh û kesayetiyên her çar beşên Kurdistanê pêk hatiye, hê ji seretayî dijwariyan ve dest bi hewldana navcîtiyê û xweşkirina zemîna diyalogê kir.

Şanda komîteyê serdana herdû aliyên nelihev û piraniya aliyên kurdistanî yên din kir. Emê di vî karê xwe de berdewam bin û jibo aştî û aramîyê çi bikevi ser milê me, emê bikin.

Em daxwazê ji rêxistin û partiyên hemû beşên Kurdistanê dikin, ku ew ji bo aramkirina rewşê helwesteke ji dil û erênî bigirin.

Herweha em daxwazê ji hemû kesayetî, rewşenbîr û akadêmîsiyenên Kurdistanê dikin, ku ew helwesteke merdane bigirin û bikevin nav kar û xebatê ji bo navcîtiyê û aramkirina rewşê.

Em ji endam û dilxwazên herdû hêzan û xelkên Kurdistanê bi giştî daxwaz dikin, ku ew bêhtir bi berpirsiyarî tevbigerin û hêrîşên mêdiyayî û yên kenalên tevina civakî li dij hev rawestînin û agirê nekokiyê bêhtir xweş nekin.

Ji me hemû kurdistaniyan tê xwestin, ku em bi her şêwazeke demokratî li dijî berferehkirina dijwarî û nakokiyê dengê xwe hildin.

Komîteya Diyaloga Navxweyî