Languages: English ‏سۆرانی‎

Ji KNKê Banga Hestiyarî û Diyalogê

Serê vê sibehê li başûrê Kurdistanê li devera çiyayê Metîna, bûyerek pir xeter pêkhat û nuçeyên xembar gihîştin me. Di encama vê bûyera xemgîn da grubek pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û grubek jî birîndar bûn. Gelê Kurdistanê û dostên gelê me, ji ber vê boyerê dilşkestî û xemgînin. Em weke KNK jî, ji vê bûyerê xemgîn û dilgiranin.

Li çiyayê Metîna eve ji 40 rojan zêtedtire, di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPGê de şerek dijwar rûdide. Armancên dewleta Tirk û encamên vî şerî diyarin. Artêşa Tirk di êrîşên xwe de, gelê herêmê, gundên herêmê û xwezaya herêmê jî, hedef digre û dixwazi vê herêmê dagîr biki. Heya niha 22 gûnden Kurdan û Kildanîyan hatine valakirin, zevî û bahçeyên gundîyan û daristanên herêmê hatine şewitandin. 1.500 kesan zêdetir xelk ji wan gundan koçber bûne.

Serokomarê Tirk roja 2ye Hezîranê li ber çavên Cihanê, di televîzyona xwe resm da, peyma qatlîama dijê Kurdan dubare kir û goht dewleta Tirk wê qempa penaberan ya Maxmûrê “paqiş bike”. Li qempa Mexmûrê 13.000 zarok, jin, mêr, kal-pîrên Kurd hene û ji ber zilma dewleta Tirk penaber bûne. Di rewşeke weha da pewîstiya Kurdan sekneke hevbeşa neteweyî ya dijê siyaseta komkujîya dewleta Tirk heye.

Bi çi amancê be bila bibe, bê diyalog û bê agahdarî, şandina hêzek pêşmerge jibo vê deverê, cihê pirsêye. Amanc û rewşa bûyerê her çi dibe bila bibe, kî xetabare kî heqe kî neheqe, li ser bersivên van pirsan wê bête rawestan. Lê tişta lezgîn ewe ku bûyer mezintir nebe û nebe sedemê şereke navxweyî. Gel û dostên me li ser vê rewşê hestiyarin. Divê em hemî hewl bidin ku bûyer mezintir nebi. Mezinbûna bûyerê dilê gelê me di şewitêne û dilê dijminan xweş dike.

Pirsgirêkên di navbera hêzên Kurdistanî de, divê bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Jibo vê, eve nîzingê salekî ye em di nava hewlên aştî û diyalogê de ne. KNKê û Yekîtîya Parlamenterên Kurdistanê li gel hinek kesayetên Kurdistanî, komîteyek diyalogê avakir û kete nava hewldanan. Ev hevldan heta niha jî berdewamin.

Em weke KNK, bang li terafan dikin û dibêjin; di navbera xwe de diyalogê pêkbînin û pirsgirêkan bi guftûgoyê hel bikin. Herweha em bang li hemî hêz û kesên Kurdistanî dikin ku di vî warî de xwedî helwest û rolekî pozîtîf bin.

Bi vê munasebetê, em ji pêşmegeyên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji gelê Kurdistanê û malbatên wan re sersaxîyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê