Languages: English ‏سۆرانی‎

Jibo Reya Giştî: Li ser çûna dostên gelê Kurd jibo başûrê Kurdistanê

Weke tê zanîn eve nîzingê 50 roja ye ku dewleta Tirk, êrîşê başûrê Kurdistanê dike. Li herêmê gundan vale dike, bax û baxçe jî di navde xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. Êrîşê penaberên Mexmûrê dike û mirovên bê guneh dikuje. Gelê herêmê û gelek rêxistin bang dikin ku gel û dostên gelê Kurd li hember dewleta Tirk helwest bigrin û xwedî li gelê herêmê û berxwedêran derkevin.

Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê Kurd, dikevin nava lêgerînan û gorî xwe li çareserîyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ewe ku jibo xwedî derketina gel û jibo li hember êrîşên dewleta Tirk helwest bigrin û dengê xwe derxin, hinek dostên gelê Kurd çûne başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan jibo piştgirî û xwedî derketina gelê Kurdistanê ye. Jibo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.

Lê mixabin hinek rayedarên Hevlêr, van dostan asteng dikin û nahêlên rehet karê xwe bikin. Bi navê wezareta navxwe daxuyanî têne dan ku ev daxuyanî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên dijê asayîşa herêmê didin nîşan. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastîyê dûrin û ne li xizmeta gel û berjewendîyên herêmê de ne. Tiştekî wî rengî nîne û ew kes bi tamamî jibo piştgirîya gelê Kurd çûne wê derê.

Ew kesên çûyîn Başûr, dostên gelê me ne. Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girêspî û Serêkanîyê de û li berxwedana Şingal û gelek deverên din yên Kurdistanê de, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên Kurd girtine û bedel dane. Herweha van kesan di asta Cihanê de doza gelê Kurd bi awayekî pozîtîv dane naskirin û weke dîplomatên Kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê niyetê bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêhavanên ezîz yên Kurdistanê ne. Pêwîste em mêhvanperwerîya xwe li hember wan bidin nîşan, pêwîste ew weke mêhvan bêne pêşwazîkirin û bêne hembêzkirin.

Bi vê munasebetê, em bang li hukumet û asayîşa Herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn.

Em bang li hemî hêz û rêxistinên Kurdistanî û gelê başûrê Kurdistanê dikin ku van dostan mêhvan bikin û xwedî li wan derkevin. Herweha em hemî bi hev re bi dostên xwe re, li hember êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk, herlwest bigrin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin.

Konseya Rêvebir ya KNKê