Languages: English ‏سۆرانی‎

Êrîşa Li Ser Efrînê Li Ser Hemî Kurdistanêye

Dewleta Tirk bi hemî hêza xwe, ji dûh ve êrîşê Efrînê dike. Ev demeke dirêje ji xwe Efrîn dorpêçkiri bû û hêzeke mezin li derdorê Efrînê cihkiri bû. Di vê êrîşê de dewleta Tirk ne tenê ye, çeteyên bi navê “Ordîya Azad ya Surî” jî pêre ne. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de sivîl û şervanan, herêmên eskerî û bajaran, ji hev cuda nake û bi giştî Efrînê û gelê herêmê hedef digre.

Dewleta Tirk dijmêna gelê me ya sereke ye û li kûderê dibe bila bibe dijê hemî deskevtîyên Kurda ye. Li Rojhilat hevkarê rejîma Îranê ye, li Başûr d nav hemi planên dij berjewendîyên Kurda ye, li Rojava bi hemî awayî êrîşka re, li Bakur siyaseta asîmîlasyon, înkar, îmha û qirkirinê (jenosid) dimeşîne û li seranserê Cihanê jî bingeha dîplomasîya wan li ser îzolasyana Kurda ye. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bizane, bibîne û li hember helwest bigre.

Êrîşa li Efrînê jî, yek ji pratîkkirina vê siyaseta qirêj ya dewleta Tirk e. Efrîn Kurdistan e, êrîş ne tenê dijê Efrînê ye, dijê hemî Kurdistanê ye. Divê gelê me li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li seranserê Cihanê dijê vê êrîşê derkevi. Divê ciwanên Kurdistanê cihê xwe di nava hêzên parastinê de bigrin. Divê bi berxwedana xwe, bi çalakîyên xwe, bi kar û xebatên xwe, em dengê bigihênin seranserê Cihanê. Me çawa bi yekîtî û bi yek dengî Kobanî parast, divê wî rengî em Efrînê jî biparêzin û êrîşên diminan bişkînin. Ew îmkan û potansîyela me heye.

Em wek KNK, sêrîde êrîşa dewleta Tirk û hevkarên wê bi hişkî şermezar dikin. Emê li hember van êrîşên xwinxwar rawestin û emê bi gel û şervanên xwe yên li Efrînê re bin. Emê vê dozê li hemî qadên Cihanê bişopînin û bikin rojev.

Bi vêve girêdayî, sêrîde Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Dijê DAÎŞê, em bang li hêzên Cihanî dikin û dibêjin; çavên xwe ji van êrîşên ne heq û zalim re negrin û dij rawestên. Herweha em bang li dostên gelê Kurd, reya giştî ya Cihanê û kesên xwedî wijdan jî dikin û dibêjin; cihê xwe li gel gelê Efrînê bigrin.

Em carekî din bang li gelê xwe dikin û dibêjin; îro roj roja berxwedanê ye, bi hemî rengî xwedî li Efrînê derkevin.

Li hember zaliman em li ser riya heqîyê ne. Emê berxwe bidin û serbikevin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

 Êrîşa Li Ser Efrînê Li ser Hemî Kurdistanêye.Sorani