Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê 26 – 27. 01. 2018, Silêmanî

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK ê, di rojên 26 û 27 ê kanûna paşîna 2018 an li bajarê Silêmanîyê û di hola hotêla “ Hi krest “, bi beşdarîya zêtir jî 300 kesan ji nûnerên partî, aliyên siyasî, perlementar û mamosteyên Ayinî – olî û nûnerên rêxistinên sivîl û vekoler û kesatiyên serbixwe û roşenbîr yên başûrê Kurdistanê, herweha bijardeyek ji nûnerên beşên din yên Kurdistanê jî di civînê de amade, civîna şêwreya yekîtiya neteweyî encam da.

Di nava 72 yemîn salyada komara demokratîka Kurdistanê û anê êrîşa dewleta Tirk bo ser Efrînê, ew bajarê aşitî, biratîyê û wekhevîyê, ya di heyama 6 salên derbazbûyî de, take herêmeke aram bû di nava Sûriyê de. Em kurd di astêkî pêdivî, ne xuwediyê yekîtiya neteweyî ne, ku bikarîn bersîva dagîrkeran bideyin.

Kirîs û qeyrana nebûna sîstemekî demokratîk li başûrê Kurdistanê, rêgirî û neşîyana me ji bo bihevgrêdana başûr û rojava, nekarîna me ji bo bersîvdana Îran û Tirkiya yê, ev hemû zadeyê nebûna vê qeyrane ne.

Di rêya hebûna wê yekîtiya neteweyîyê de, em dikarîn diyaloga niştîmanî pêşbixin û sûd ji şiyanên xelkê Kurdistanê werbigrîn. Di yekîtiyeke neteweyî de ye ku hemû dîn û dînza û pêkhateyên Kurdistan bikarin zimanekê hevparê siyasî û civakî pêşbibin. Bi yekêtî ya neteweyî hevahenga niştîmanî bête sazdan.

Yekêtîya neteweyî zemîneya destveînana mafên hevwelatîbûnê pêşdixe û derî li ser giringî rêzgirtin ji mafên mirovan vedike.

Di vê konferensa şêwrê de, beşdaran di wê bawerê de bûn ku di rêya yekîtiya neteweyî, em dikarîn çareseriyê ji bo qeyrana rêveberîya başûrê Kurdistanênê peyda bikin. Di şêwra neteweyê de îmkanê destnîşankirina metodên hejî ji bo helbijartinekê û ji bo rêkxistineveya rêzên xelkê başûrê Kurdistanê û ji bo xurtkirina ristina şîrazeya neteweyî peyda dibe.

Her di vê biyavê de hemû nizîkbûneka kurdan ji hev du, delîveke nû ya xebata azadîxuwaza gelê Kurdistanê derdixe hole.

Dagîrker bi xwe jî vê dizanin, sereray hemû lawazî û nakokîyên dinavbera wande, hewil didin bi hemû şêwekî hevkariya hev du bikin, heta bi hev re nehêlin kurd bigehin armancên xwe. Dijminên kurdan sazişê ji bo hev du dikin û bi şêwazên cuda xwe li hember hêzên nêvneteweyî di tewînin. Heta tukes hevpiştîya gelê kurd neke! Loma pêwîste ku bersîva me ji bo van reftaran pêkînana yekîtiyeke neteweyî ya xurt be.
Di sal 2013 an, sererayî hewl û hîmeta tev alîyan, mixabin! Ji sedema çend egerekên cuda, me nikarî di lidarxistina civîna mezin ya kongreya neteweyî de serkeftî bîn. Niha rewşa Kurdistanê cuda ye, metirsî zêtir dixuye û gelê kurd baştir amade ye. Hem partiyên siyasî yên her çar parçeyan , hem rewşenbî, nivîskar, zanayên olî û herwesa jinên kurd û rêxistiyên sivîl jî îro ji egerên rewşa niha zêtit amadeyî kar û xebat û tekoşanê ne.

Di civîna şêwrê de, ji bo me xuwya bû ku grêdana konferanseke şêwreya neteweyî ya Kurdistanî ya seaserî jib o her çar parçeyên Kurdistanê, yak u di nava nexşerêya KNKê de he ye, pêwîste bi lez amadekarî jê rê bête kirin.

Ev ji bo wê gelekoma dagîrkerên Kurdistanê yên li hember kurdan persîveke baş dibe, awa ku di vê heyamê de Îran, Tirkiya, Îraq û Sûriye li ser başûrê Kurdistanê encamp dan û niha jî encamp û domandina heman pilana wane li ser Efrîn ê. Heger destubir nekîn ev dewletên han dê rê bi xwe din ku bi tundtir serederiya dijminkarane li hemberî gelê me bikin.

Beşdarbûyan bi dilsozane û perpirsiyarane hîn boçûn û pêşniyarên hejî dirust derxistine hole. Lî jêr bi kodengî wan xalan di serencamgîriyê de, dideyne ber singê we: –

1.Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê beşekin ji neteweya kurd û bi hev re neteweya kurd pêktinin. Ji ber ku yekêtiya kurdan pêwîstiyek fere. Yekîtiya neteweyî ya kurdan ji bo dijatiua neteweyekê di nî ne û dikare qezenc bide rojhelatanavîn.

2.Ku em hemû bi hev re diplomasiya Kurdistanî ya azadîxuwaz pêşbixin û Kongreya Netewey ya Kurdistanê bibe çavkanîya diplomasiya hevbeşa niştîmanî.

3.Ku em hemû bi hev re, yek stratîjîya neteweyî û niştîmanî ya hevbeş di rojeva me de hebe, ku ew jî Kurdistaneke azad û demokratîke, tê de hemû pêkhateyên Kurdistanî bikaribin bi serbixwe û taybetmendiyên xwe jiyanê bidomînin.

4.Xelkê Kurdistanê di her demekî zêtir pêwîstiya wan bi hêzeke parastina hevpar û serencam jî bi damezirandina leşkerekê hevbeş e. Hêriş li ser her pêkhate û her parçeyekê Kurdistanê, êrişe li ser tevayê xelkê Kurdistanê û tenê bi leşkerekî hevbeş yê Kurdistanî, dikare ber bi dijminan bigrîn.
5.Bi hemû corekî be, Em nefret li sere navxwe dikin û daxwaz dikin ku mimilanêya siyasî û aydolojîk di formekê tendrust û hevniştîmanê de bê kirin. Hebûna part û rêxistinên cuda nabe bibe sedemê milmilanê û nakokiyên natendrust û zirarê bide berjewendiyên niştîmanî.

6.Ew êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û bi taybetî gef û fişarên li ser Efrînê, bi êriş li ser hemû kurdan dizanîn û ji raya cîhanî û xelkê Kurdistanê daxwaz dikin ku li rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin. Herweha piştgîrî li tekoşîna navçeyên Kurdistanî yên dervey herêma başûrê Kurdistanê dikin û daxwaz dikîn ku arîşeyên kurdan li wan cihan bi rengekî aşitî û demokrasî werin çareserkirin. Werwesa ew destdirêjiyên piştî 16ê oktoberê yên li ser xelkê me hatîn kirin şermezar dikin. Em bi bîr hikûmeta Îraqê tînin ku berpirsatîyê bi xwe ve bigre.

7.Bi hemû rengekî destdirêjiya dewleta Îranê bo ser rojhelatê Kurdistanê şermezar dikin û piştgîriyê ji tekoşîna rojhelat û gelên din yên Îranê dikin. Herweha beşdarbûyên civîna şêwra yekîtiya neteweyî daxwaz ji hêzên siyasî yên rojhelatê Kurdistanê dikin ku ji bo misogerkirina berjewendîya xebata azadîxwaziya Kurdistanê nêzî hev bin. Nêzîkbûn li hev du, hêzeka mezin dide xebat û tekoşîna gelê me ş fişarê dike ser rêjîma komara îslamîya Îranê, ku bi berdewamî çalakvanên siyasî û sivîl binçav û zîndanî dike û îdam û terorê encamp dide.

8.Di hemû kar û xebat û tekoşînekê de piştgîriya wekhevîya beşdarbûna jin û mêran dikin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, daxwaz ji mêran dike ku rêzê ji azadiya îradeya jinan bigrin û rêgirîyê neken. Herweha daxwaz ji alîyên xuwedî berpirsiyarî dike ku bersîva her core destdirêjî ûtundutîjyekê biden yên ku li dijî jinan tê kirin.

9.Daxwaz ji hemû corên mediya û çapemeniyê dikîn ku ji zihniyeta berteng ya partayetî derbaz bibin û zêtir li ser berjewendîyên neteweyî bi sekinin. Mêdiyaya kurdî dibe mediyayeke hişyar bît, ku stratejîya yekîtiya neteweyî pêşbixe, role jinan û parastina mafê jinan bi esas bigrin.

10.Ew 21 xalên ku di belgeya pîvan û prensîpên yekîtiya neteweyî da hatî, bibîte binemaya karê pratîkî, bi taybetî ji pêşxistina hizra demokratî û ploralizmîya siyasî.

11.Her weku ev civîna şêwrê giringe ku hemû beşdar bû li gorî şiyandi kar û erk û çalakiyan da beşdr bin. Ewên vê carê beşdar nebûn yan nekarîn amade bin, di nava kar û xebatên bihên yên KNKê de çalak bin û erk û karan bidene ser mile xwe.

12.Her kesekî roşenbîr, rêkxistiyên sivîl û pîşeyî û partîyan zêtir xizmet bi hesta neteweyî bikin û pêtir mitmane – bawerîyê ji bo hêza gel pêkbînin. Di vê biyavê de carek din daxwaza hemû part û rêxistîyên siyasî û kesatîiyên serbixwe dikîn xwe dûr negirin û role xwe yê pêwîst bibîn in. herweha tegez li ser berdewamiya vexwendin û bang kirina wan alî û kesatîyan dikîn ku vê care amade nebûn.

13.Beşdarbûyê civîna şêwra başûr, berxwedan zîndanîyên siyasî silav dike û piştgîriyê ji xebat û tekoşîna wana dike. Herweha piştgîriya azadiya jinên kurd û tekoşîna cewanan dike. Daxwaz dikin ku hemû dev ji xwe dûr kirinê berden û di diyaloga havalînî û hevxebatê da çalak bin, aktîvane li hember destdirêjiyên dagîrkeran beşdar bin.

14.Civîn û çalakiyên weha, heta girêdana civîna mezin ya kongreya neteweyî wê berdewan bin û herweha tekez li ser vê jî hate kirin ku jib bo pêngavên pêş de amadekirina kar û erkan bi stoyê xwe ve bigrin. Di dema kar û xebata yekîtiya neteweyî da, pêwîste sûd ji dîtin û pêşniyarên komîtaya yekîtiya neteweyî ya jinên kurd bêne girtin û ji wan re zemîne sanakarî bê ferahemkirin ku di hemû kar û xebatan de bi aktîv beşdar bibin.

15.Piştî vê civîna şêwrê, ji bo ku giftugo û danustendinên pêwîst ji ristina rêbaz û pilan û nexşerêyan re, xala sereke ya xebatê be û ji bo bihêzkirina yekîtiya neteweyî, pêdivîya berdewamîyê bi kar û xebata xwe bidin. Di va kar û erkan de fere rola cewanan, jinan û rêxistiyên sivîl û pîşeyî zêde bibin. Herweha zêdetir li ser başkirina peywendiyên dinavbera partiyan de bixebitin.

16.Giyanê lêbûrîn û bihev re jiyan û jiyara gelên Kurdistanê û baweriyên cuda û hemû pêkhateyên etnîkî û rêzgirtin ûhevdu qebûlkirin, misogerkirina xweşjiyarîyê ye ji bo hemûyan. Herweha hêvênê dirustkirina civakeke mirovî ya saxlem û demoktatike li pêşerojê de.

17.Herweku me di serî de jî amaje pê kiribû, ku derbirîna nerazîyê û xwepîşandan û rexnegirtin ji desthelata xomalî – xweyî, beşekin ji ezmûn û kiryara demokrasiyê û her core destdirêjiyek, bi taybetî demê kesayetîya xelkê me bête birîndar kirin û xwîna xelkê bê sûç bikevê erdê, bi tudî şermezar dikin. Daxwaz dikin ku desthelat toleransa siyasî hebît û guhdarîya daxwaziyên gel bike û daxwaziyên xelkê bi tawan û sûç nebîne. Di heman dem de, daxwaza xelkê dikin ku bêhndirêj bin û giringî bi metodên aştîxwazane bidin û ziraran negehînine mulk û samanên taybetî û giştî.

18.Dadperwerîya civakî û dabînkirina jiyan û jiyara xelkî, beşeke ji yekîtiya neteweyî, çunkî tu gel nikarin bigehîte yekîtiya neteweyî , dema piranîya xelkê bê nan û bê xizmetguzarî û bê kar û bê pêşeroj be.

Ev giftugo û şêwir yak u bi beşdarbûna partî, rêxistiyên siyasî û sivîl, kesayetiyên serbixwe, roşenbîr, nivîskar, akadîmîsyen û zanayên dînî û dilsojên gelê me hatiye encamdan, nîşaneya hindê ye ku Em gehiştîne nirx û behayên dîrokî. Gelê me bi his û germ ve li vê xebata pîroz dinêre. Ji ber vê berpirsyaretiya mezintir ji bo kar û xebata pêşerojê dikeve ser milên me. Di vî biyavî de, em daxwaz ji hemû part û hêzên siyasî, kesayetî, nivîskar akadimîsyen û welatparêzan dikin ku di van kar û xebatan de mil bimilê hev beşdar bin û xwedî derkevin.

Hemdîsan, hemû beşdarbûyên civînê jî li ser karû erkan xebatê berdewam bikin û bikene ezmûneke mifadar ji bo vegerandina mitmane û bawerîyê bi hev du û bi hêzkirina hêvîyên gelê me.

Civîna şêwira yekîtiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê
Silêmanî 27-01 – 2018

 

KNK Raweji Neteweyi 8 bo Bashuri wilat 180126 u 27 2018 SORANI