Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Konferansa “Rola rojnamevanan a di stratejiya netewî de

Bi armanca li hev nêzkirina medyakarên Kurdistanê, şirovekirina rewşa medyaya Kurdî û rola wê de, kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK roja şemî 16.01.2021 dijîtal Konferansek organîze kir. Bêtirî sed rojnamevan, mamoste û şarezayên ragihandinê beşdarî konferansê bûn.

Pêkanîna konferanseke bi vî rengî salek zêdetir e di rojevê de bû. Ji ber pandemiyê konferans bi derengî ma. Ji bo hîn derengtir nebe jî di nava şert û mercên pandemiyê de konferanseke online hat lidarxistin.

Konferansê bi rêzgirtina ji bo pakrewanên ragihandinê yên bi dirûşmeya azadî canê xwe ji dest dan destpêkir. Rewşa medyayê ya li çar hêlên Kurdistanê, rola wê ya danasîna doza Kurdistanê, demokratîzekirina civakê, derfet û astengiyên li pêş afirandina medyayek netewî û niştîmanî hatin gotûbêjkirin. Beşdarên konferansê ku ji çar hêlên Kurdistan û derveyî welat bûn, bi awayekî jidil tevlî gotûbêjan bûn û bi nêrînên xwe konferansê dewlemend kirin. Di konferansê de nêrîn, helwest û pêşniyazên hevbeş derketin holê.

Di çarçoveya nêrîn û pêşniyazên hevbeş de ev xal weke helwesteke hevbeş hatin destnîşankirin;

1. Hewil bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamevanan bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevbeş yên Kurdistanê bi hev re kar bikin.

2. Avakirina navendeke gotûbêjkirina xebatên ragihandinê.

3. Piştevaniya medyaya azad bê kirin da ku bikare bi rola xwe ya gihandina doza Kurdistanê rabe û di kêşeyên navxweyî de azadtir bixebite.

4. Divê karê rojnamegeriyê bi awayekî pisporî û objektîf bê kirin û prensîbên xebata rojnamevaniyê li ber çavan bên girtin.

5. Pêwîste rojnamevanên zindankirî bên berdan.

6. Ji bo rojnamevan bi awayekî objektîf û şareza bûyeran bibînin divê dezgehên pêywendîdar hêsankariyê bikin û zanyariyên pêwîst parve bikin.

7. Divê bereya rojnamevanan zêdetir li deverên ku êrişên dagirkeriyê li ser in bin. Her wiha lazime êrişên navxweyî yên li ser maf û azadiyan jî bên dîtin.

8. Pêwîste yek ji wezîfeyên sereke a rojnamegeran, pûçkirina dekûdolabên ragihandina şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê be.

9. Di nûçe û bûyeran de zimanekî hevbeş ku berjewendiyên netewî esas digre bê bikaranîn.

10. Divê ragihandin xwe dûrî zimanê sîstema baviksalar û cinsiyetperest bike.

11. Her sal bi vê mebestê konferansek ji bo medyakaran bê organîzekirin.

12. Ji bo agahiyên ne zelal û şaş bandorê li rojevê nekin, pêwîste aliyên pêwendîdar yên Kurdistanê şêwrê bi rojnamevanan re bikin.

13. Karê rojnamevaniyê bi awayekî objektîv, pîşeyî, etîk û prensîban ji hêla rojnamevan û dezgehên ragihandinê ve bê parastin.

14. Wezîfe û mafên rojnamevaniyê li Kurdistanê bi qanûnan bên destnîşankirin û rê li ber yasayên ku mafê rojnamevanan binpê dikin bên girtin.

15. Divê rojnamevan di sengerên lihevanînê de bin û nebin beşek ji gurrkirina nakokiyên aliyan.

16. Pêwîste dezgehên ragihandinê bibin aliyê hev nêzkirina Kurdên li çar hêlên welêt û derveyî welêt û tifaq û ewlehiya netewî biparêzin. Herweha nebin perçeyek ji projeyên dagirkeran

Konferansa “Rola Rojnamevanan a di Stratejiya netewî de”