Languages: English ‏سۆرانی‎

Birîna Parîs û Sîlopiya di bîra me de ye!

Heşt sal berê li bajarê Fransa Parîsê komkujîyek hate pêk anîn. Ev komkujî bi destê devleta faşist a Tirki û bêdengîye dewleta Fransa çebû. Hedefa komkujîyê bi teybet dijî jinên tekoşêr wek Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pek hat. Dîsa di 4ê Çilê 2016an li Silopya yê 3 jinên Kurd yên şoreêger Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Uyar li alîye rejîma faşîst a Tirk hatin qetilkirin.

Em wan 6 jinên leheng bi rez û hurmet bibîrtinin û bejna xwe himber bîranîna wan ditewînin. Jinên ku di komkujîya Parîse hatin qetilkirin jinên hilbijarê bûn. Sakîne Cansiz jinekê peşeng û sembola berxwedana jinên Kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKKê bû. Tekoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehin tekoşîna azadîya jinên Kurd e. Ji ku bikaribin vîna jinên Kurd bişkenin û bi we jî gelê Kurd bişkenin Sakîne Cansiz kirin hedef. Bi zanebûn bi plansaziyek demdirej dewleta Tirk ew komkujî pek anî. Dewleta Fransa heya wê komkujî ronî neke şîrike komkujîyeyê.
Em wek jinên kûrd baş dizanin kû tekoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz, nûnera KNKê ya Fransa Fîdan Dogan, peşenga jinên ciwan Leyla Şaylemez êş û tirsek a mezin li dilê dijmin û faşîstan xistibûn.

Bi hezaran sal e feraseta baviksalarî ya hezên metîngêr ji bo desthilatdariya xwe jinên Kurd wekî talûke ya herî mezin dibînin. Wexta kû mirov li dîrokê dinêre jinên kû ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û tekoşîn kirine bi rêbazên der mirovahi hatine qetilkirin. Lê belê tekoşîn û rêxistina jina kûrd îro seride li rojhilata navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê. Bila baş bête zanin ew ala kû li destê Clara Zetkîn, xuşkên Mîrabel, Rosa Luxemburg de bilind bûye îro destê jinên Kurd ye. Jinên şagirtên Sakîne Cansiz wek Arîn Mîrkan, Zîlan, Şîlan, Şîrîn bi berxwedanên xwe jinên şoreşger derveyê Kurdistan wan Andrea Wolf, Sarah Handelman, Anna Campbell, Ivana Hoffmann rê tekoşîna gîhandina cîhanê.

Ew ala kû bi xwîna Sakîneyan, Leylayan, Rojbînan û Sêvêyan, Pakîzêyan û Fatmayan û gelek pakrawenên bêhempa hatîye neqişandin wê tûcar nekeve erdê û heya xeyalên wan pekrewanan pêk bê emê ji di şopa wan de bimeşîn û tekoşînê bilind bikîn.

Komîsyona Jinan ya KNKê