Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Partî û Rêxistinên Kurdistanî

Li ser banga KNKê, nûnerên 24 partî û rêxistinên Kurdistanî, 01.05.2022an roja yekşemê, li Brukselê li avahîya navendî ya KNKê, kombûn. Rojeva sereke ya civînê êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê bû. Civîn bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê, Rojhilatanavîn û Cihanê rawesta û di çerçeveya pêşketinên dawî de, êrîşên dewleta Tirk yên li başûrê Kurdistanê nirxand û li hember van êrîşan şêweyê helwest girtin û şêweyê li hember êrîşan rawestan, bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Roja îro de, Cihan di nav şer û qeyranan de derbaz dibi. Şerê li herêma Rojhilatanavîn destpêkirî ku weke şerê Cihanê yê 3. tête navkirin, îro fireh bûye derbazê rojhilata Ewropa bûye. Weke şerê li Rojhilatanavîn, hêzên sereke yên Cihanî, di nava şerê Ukrayna yê de jî, cihê xwe digrin. Rojeva Cihanê ya sereke şerê Rusya û Ukraynê ye. Dijminên gelê Kurd, dixwazin ji vê rewşê sûd wergrin û planên xwe yên li ser Kurdistanê pêkbînin. Êrîşên hovane yên vê demê de pêktên ku têde çekên qedexe çekên kîmyewî jî têne karanîn, bi vê rewşê ve girêdayî ne. Amanc ew e ku di dema fûkos û berê Cihanê li ser Ukraynê ye, ew jî planên xwe yên li ser Kurdistanê bêxin merîyetê û deskevtên gelê Kurd têkbibin.

Êrîşa ji teref dewleta Tirk ve, li devera Zap û Avaşîn hatî destpêkirin, bi vê rewşê ve girêdayî ye û ne tinê dijê hêzên Gerîlayên HPGê ye, heman demêde dijê hemî deskevt û berjewendîyên Kurdistanê ye û dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Kî çi dibêji bila bêjê, planên dagirkeran yên li ser Kurdistanê diyarin û planên dewleta Tirk yên li ser Wilayeta Musilê jî eşkere ne. Dewleta Tirk, gav bi gav başûrê Kurdistanê dagir diki û dagirkerên din jî, her yek bi awayekî di nava planê de ne. Dema ku ji teref dewleta Tirk ve li deverên Zap û Avaşîn êrîş hatin destpêkirin, di heman demê de li devera Şingalê jî artêşa Êraqê kete nava tevgerê. Ev rewşeke tesedûfî nîne û bi hevre girêdayî ye. Li alê din, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava jî berdewamin. Amanca dewleta Tirk yek jê jî ewe ku Kurdan li hember hev kar bîne û şerekî navxweyî jî li Kurdistanê bide çêkirin.

Amancên dagirkeran diyarin û êrîşên wan berdewamin. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rastîyê bibînin û li hember van êrîşan rawestin. Divê gelê Kurd bi hemî awayî xwedî li hêzên berxwedêr derkevin û li gel şervanên azadîyê cihê xwe bigrin. Îro roj ne ew roje ku em li ser nakokîyên di nav xwe de biaxivin û kûr bikin. Îro roj roja berxwedanê ye, divê em yekîtîya xwe xurt bikin û bi yekdengî bi ruhê berxwedana Kobanê, em hemî bi hevre li hember êrîşên dijminan rawestin.

Civîn, van bang û van xalên jêrîn ji reya giştî re diyar dike:

1-Civîn piştavanîya xwe ji hêzên berxwedêr re radigihîne û bang li hemî hêz û rêxitinên Kurdistanî dîke ku li hember êrîşên dagirkeran rawestin û di parastina Kurdistanê de cihê xwe bigrin.

2-Êrîş li hember hemî deskevtên gelê Kurde û amanca bingehîn jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Civîn bang li hemî hêzên Kurdistanî dike ku vê rastîyê bibînin û rê li ber dijminan venekin û hevkarîya dagirkeran nekin.

3-Civîn, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtîya Ewropa (YE), Komkara Erebî (KE) û hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî, kesên demokrat û azadîxwaz dike ku li hember dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk, bê deng nemînin û helwest bigrin.

4-Civîn, bang li gelên Kurdistanê û dostên gelê Kurd dike ku bi rûhê berxwedana Kobanê li hember van êrîşan dakevin qadan, helwest bigrin û rawestin.

5-Civînê biryar da, nameyeke teybet ji Rêxistina Dijê Karanîna Çekên Kîmyewî (OPCW) re bişêne û jê bixwaze ku êrîşên çekên kîmyewî lêkolîn bike û bide rawestandin.

6-Civînê biryar da, nameyekî ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtîya Ewropa (YE), Komkara Erebî (KE) û hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî û hêzên Cihanî re bişêne û ji wan bixwaze ku li hember dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin û helwest bigrin.

7-Civînê biryar da ku Komîta Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, civînên xwe yên perîyodîk pêkbîni û li seranserê Cihanê dîplomasîya Kurdî pêşbixe.

Civîna 1ê Gulanê ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî