Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama Sersaxîyê Ji bo malbata Behmenî

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Behmenî

Babê endama KNKê havala me Birêz Sebrî Behmenî, Mewlo Behmenî çû ser dilovanîya xwe. Birêz Mewlo Behmenî, jiber xebata xwe ya welatparêzî, di jiyana xwe de rastî gelek zor û zehmetîyan hat, ji teref rejîma Îranê ve hate girtin û salan di zîndanan de ma. Piştî wê jî mecbûr ma ku welêt terk biki û derket Ewropa. Li derveyî welat jî xebata xwe ya welatparêzî berdewam kir û cihê xwe dinava rêxistinên Kurdistanî de girt.

Em ji ber wefata Birêz Mewlo Behmenî gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê û xebatkarên şoreşê. Herweha em ji merhûm re rehmetê û ji malbata Behmenî re sersaxî û sebrê dixwazin.

Bila rûhê wî şad be û cîhê wî behişt be.

Bi rêzdariyên xwe

Zeyneb Morad & Ahmed Karamus
Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK