Languages: English ‏سۆرانی‎

1ê Gulanê- Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê Pîroz be

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwuhdana enîya xwe, bi keda xwe, 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya “Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê”. Ev cejn vê gavê li seranserê Cıhanê tête pîroz kirin. Bila Cejna 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be.

Cejna 1ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistanîyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî eve serê sedan salan e ji bo azadîyê, rizgarîyê, jîyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadîyê û rizgarîyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be.
Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên1ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşîya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kirîye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kirîye.

Em îsal cejna 1ê Gulanê, di bin êrîşên dewleta Tirk yên li ser gel û hemî nirxên şoreşê û teybetî yên li başûrê Kurdistanê de, pêşwazî dikin. Du heftîyan pêş cejnê, dewleta Tirk operasyonekî mezin li herêmên Zap û Avaşîn, dan destpêkirin. Niha li van herêman şerên giran rû didin. Hêzên Parastina Gel, hêzên azadîyê, Gerîlayên Kurdistanê bi qehremanîyek mezin berxwe din û derbên giran li dijminan dixin. Ev êrîşên mezin ne tenê dijê hêzên HPGê ne, dijê hemî deskevtên Kurda ne û teybetî jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Di heman demêde êrşên li ser Rojava jî berdewamin. Li alê din hukumeta Êraqê jî hêz şandine Şingalê û dixwazin îradeya gelê Şingalê binpê bikin û Rêveberîya Xweser ya Şingalê hilweşînin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeterîyek mezin de ne.

Divê hemî hêzên Kurdistanê dijê van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku li herderî tevlî çalkîyên pîrozbahîya 1ê Gukanê bibin, di van çalakîyan de, li hember êrîş û dagirkerîyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta Gerîlayên Kurdistanê rawestin.

KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cîhanê pîroz dike.

1ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran pîroz be!

Konseya Rêvebir ya KNKê
30 Nisan 2022, Bruksel