Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Helwesta Neteweyî Ji Bo Sê Têkoşerên Kurdistanê

Li ser banga Kongra Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, nûnerên piranîya partî û rêxistinên Kurdistanî û gelek kesên navdar yên Kurdistanî jî di navde, roja 15.12.2018an de, em li Brukselê kombûn û me biryara Emerîka ya ku derbarê sê têkoşerên Kurdistanê de nîqaş kir.

Di encama nîqaşan de, me biryar da ku bi navê kombûnê, nameyek vekirî ji rêveberîya Emerîka re bê şandin. Her weha weke helwesta kombûnê, em vê danezana jêrîn jî, ji reya giştî re radighînin.

Roja 06.11.2018an, ji teref wezareta derve ya Emerîka ve hate ragihandin ku sê rêber û şoreşgerên Kurd, Birêz Cemîl Bayik, Birêz Murat Karayilan û Birêz Duran Kalkan kirine lîsteya lêgerînê û ji bo girtina wan, mîlyonan dolar terxankirine. Ev helwesta Emerîka, bi hîç awayekî nayê qebûlkirin û em vê helwestê şermezar dikin.

Birêzan Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan, eve ji 40 salan zêdetire, di nav şoreşa Kurdistanê de, di rêza yekem de, bi serbilindî cihê xwe digrin. Van hersê rêber û şoreşgeran, hemî temenê xwe, di xizmeta gelên Kurdistanê de derbazkirine. Niha jî, şev û roj vî karê pîroz, bê menfeet û xwebexşane berdewam dikin. Evan mirovan temamê jiyana xwe de, li hember zulm û zordarîya dagirkeran sekinîn, li hember zalim û zordaran mirovatî parastin û xizmet ji gelên Kurdistanê û ji mirovatîyê re kirin.

Hukumeta Emerîka, bi vê helwesta xwe ya neheq û bê hûqoq, dibe şîrikê zulm û zordarîya dewleta Tirk. Ev helwest, ji ehlaq û pîvanên mirovatîyê dûr e. Ev biryar, weke biryarên berê ye (lîsta terorê û lîsta narkotîkê) û bi encama bazarên qirêj de hatîye standin. Emerîka pêwîste bazarê li ser Kurdan neki. Hinek Kurdan dost henekan jî weke dijmin nav neki. Ev polîtîka, ji bo Emerîka jî encamên baş bi xwe re nayîne. Em dixwazin, Emerîka dev ji vê polîtîkaya şaş û neheq berdi.

9 roj piştî bîryara Emerîka, Dîwana Edalatê ya Ewropa, biryar da û goht: sedemên Konseya Yekîtîya Ewropa diyarkirî ji bo xistina PKKê di nava lîsta terorê, têrê nakin, bê bingeh û neheqin. Ji ber van sedeman biryarên derbarê PKKê de îptal kir. Di heman birayarê de Dîwana Edaletê, parastina Konseya Ewropa ya ku xwe diparasta lîsteya Emerîka jî, red kir û neheq dît. Bi vê biryara Diwana Edaletê ya Ewropa jî derket holê ku biryarên van lîsteyan, hemî bi sayiqên siyasî hatine standin, ne huqoqî ne û ne adilin.

Di vê çarçoveyê de, em carek din vê biryara neheq şermezar dikin, bang li hukumeta Emerîka dikin û dibêjin, dev ji vê helwesta xwe ya şaş berdin û van lîsteyên neheq ji holê rakin.

Sê roj pêş civînê, di roja 12.12.2018an de, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, gef li rêveberîya Rojava xwar û goht “emê di nava çend rojan de êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin”. Rojekî piştî gefên Erdogan, frokeyên şer yên Tirkan, Mexmûr û Şingal bombebaran kirin. Di bombabarana Mexmûrê de hemî ji malbatekî, sê jin û zarokek, çar kesên sivîl hatin qetilkirin. Di bambabarana Şingalê de jî, sê kesên sivîl yên xelkê Kobanê ku li Şingalê di aşekî avê de dixebitîn, hatin qetilkirin.

Beşdarên civînê li ser vê reşa nû jî, rawestan û helwestên xwe diyarkirin.

Êrîşeke vî rengî li ser Rojavayê Kurdistanê, dê hemû destkevtên Kurdistanê bêxe nav tehlîkeyeke mezin. Bi dagîrkerîyek berfireh ya rojavayê Kurdistanê ya ji teref dewleta Tirk ve, dê başûrê Kurdistanê jî, bête dorpêç kirin ku gav bi gav bête fetisandin. Eve tête wê manayê ku hemû Kurdistan di nav halekî man û nemanê da ye.

Beşdarên civînê, vê rewşa nû giring dibînin û bang li xelkê Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku rûdana nû tenê wekî gefekî nebînin, cidî bigirin û tedbîrên parastinê werbigirin û piştevanîya xelkê rojavayê Kurdistanê bikin.

Li hember van gef û êrîşan, divê li her derî, gelê me jî li ser pîya be. Roj roja xîretê ye. Xelkê Kurdistanê, rêvebir û hemû dînamîkên welêt divêt li her derê lê, li welat û derveyî welat vê pirsê di serê her karî da bigirin û seferber bin ku rê li ber vê dagîrkerîya dewleta Tirk bête girtin.

Herweha gelek beşdarên civînê, li ser çalakî û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan rawestan. Civîn, hemî çalakîyên dijê vê tecrîdê destek dike û di şexsîyeta Birêz Leyla Guven de çalkvanan silav dike.

Encamnameya Civîna Helwesta Neteweyî Ji Bo Sê Têkoşerên Kurdistanê-Sorani

Civîna Helwesta Neteweyî Ji Bo Sê Têkoşerên Kurdistanê