Languages: English ‏سۆرانی‎

Sala Nû, Sersala 2019ê Pîroz Be

Saleke dî, sala 2018ê digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve tête oxir kirin.

Li milê dî jîyan bi hemû rûyên xwe ve, bi başî û xirabîyên xwe ve ber bi pêş diherike. Eve serê sedan salan e ku Gelê Kurd ji bo hebûnê, azadîyê, wekhevîyê û jîyaneke bi rûmet têkeoşînek mezin didi. Her demê ji bo gihiştina armanca rizgarî û azadîyê tête serf kirin bihadar e. Kurd û Kurdistanîyan ji kûrahîya dîrokê were ji bo armanca mezin, ji bo rizgarî, azadî, wekhevî û jîyaneke şa û bextewar têkoşîn dayîne û ev pêvajo berdewam e. Gelê Kurdistanê hêj bi temamî negihiştiye van xwezî û daxwazên xwe yên rewa. Lê belê, her sal ji sala berê gaveke dî nêzîkî vê armanca pîroz dibin. Her sal hêvîya Kurdistanîyan zêdetir, geş û gurtir dibe. Çerxa demî di lehê xwezîyên Kurdistanîyan da dizivire. Di pêşveçûna her xeleka demî da gelên Kurdistanê di dereceya kêm da jî be qazanc dikin.

Dijmin û dagîrker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demî di eleyhê Kurdan da encam bidin. Plan, proje û dek û dolabên dijmin û dagîrkeran her diçe zêdetir dibin. Hindî ku neteweyê me têkoşîna xwe bilindtir dike, dijmin jî hemû hêza xwe ya êrîşkar aktîve dike. Di sala 2018an de dagirkerên Kurdistanê îtîfaqa navxwe ya dijê Kurdan, berdewamkırın û ji bo têkbirina deskevtîyên Kuradan planên reş çêkirin û êrîşî Kurdistanê kirin.

Lî Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar, sêrîde hêzên Gerîlla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremanîyek mezin berxwedan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Li hember zilma dijmin û ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, niha li zîndanên Tirkîya û Kurdistanê, li welat û derveyî welat, çalakîyên greva birçîbûnê hene. Şoreşgerên Kurdistanê, zîndanên dijminan jî kirine qada berxwedanê. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada Gerîlla de, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye.

Li başûrê Kurdistanê, piştî dagirkirina Kerkûk û deverên din yên dabirayî, alozî bi temamî nehtîye çareserkirin. Li gel pêkanîna hilbijartinên Êraqê û yên Kurdistanê jî, ev alozî bi temamî nehatîye çareserkirin. Mixabin em nikarin bêjin ku rêveberî û hêzên Kurdistanî, ji dagirkirina Kerkûk û herêmên din, ders wergitin û yekîtîya nvxweyî xurtkirin. Hêvîya me ewe ku di sala 2019an de, gavên yekîtîyê baştir bêne avêhtin û ev pirsgirêk bêne çaresekirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelê me xweparast û têkoşîna xwe berdewamkir. Dewleta Iranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin û êrşê başûrê Kurdisnê jî kir. Hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê bersiva van êrîşan dan û xwe parastin. Îran herçende êrîşî derve jî dike, lê di nav xwe de pirsgirêkên mezin jiyan dike. Ev pirsgirêk li hundir û li derve, hingî diçin mezintir dibin. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.

Êrîşên mezin yên dijminan di vê sala derbazbûyî de, zêdetir li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûn. Di 20ê Çileya Paşîn 2018an (January) de, dewleta Tirk bi hemî quweta ve êrîşî herêma Efrînê kir. Hêzên parastinê li seranserê herêma Efrînê, bi berxwedanekî bê hempa li hember van êrîşan rawestan. Ji ber ku parastina hewayî ya hêzên Kurdî tune bû û derfet kêmbûn, piştî 2 mehan dijmin Efrîn dagîrkir. Lê heta niha jî, şer û berxwedan li Efrînê berwam e. Ev berxwedan heta azadîya Efrînê jî, wê berdewam bike.

Niha jî dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Rewşa Rojava, niha di nîqaşên navneteweyî de cihekî sereke digre. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşîyê (întîşar-alarm) de ne. Rêveberîya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasîyî de ne. Pêwîstîya Rojava bi her awayî, bi alîkarîyê heye. Parastina deskevtên Rojava, di rojeva Kurdistanê de xala sereke ye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.

Di vê pêvajoya têkoşînê da ketûrabek bête jîyan jî, ji bo neteweyê me nîşaneya demî ber bi pêş e. Sala 2018ê jî di xaneya Kurdan da demekî berzekirî nîne. Êrişkarîya dijmin û dagîrkeran zerar û ziyan gihandibe xelk û welatê me jî, berxwedaneke efsanewî hatîye nîşandan û serkevtin dîsa ve ya gelê me bûye.

Di dawîya sala 2018ê da muhasebeya navxweyî bête kirin, gelê Kurdistanê digel hemû êş û jan û birîndarîyan û herwisa şaşî û kêmasîyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da, dîsa ve serkevtî bûne. Gotina serkevtinê kilîl e û divêt em li ser vê gotinê hevbîr bin. Kurd di nav vê çembera agirî ya ku dijmin û dagîrkeran vêxistî da têkoşîna mayîneke bi rûmet didin û serkevtî ne. Çi dibe bila bibe divêt Kurd mutleq serbikevin. Di doza Kurdistanê de, ji serkevtinê pê ve, çu rêyên dî û alternatîv nînin. Di vê serkevtina neteweyê me da, dijminan rikeberîyên xwe dayîne alîyekê û dîsa ve li ser têkbirina destkevt û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji alîyê Kurdistanîyan ve îro armanc, têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagîrkeran e. Eve jî dê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Kurd her bi çi rengî be divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.

Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku gelên Kurdistanê dê sala nû, sala 2019ê jî bikine sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweyê me ronahîye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahîyê ve dem diherike. Destkevtên heyî, nîşandana îradeya serkevtinê bi serê xwe têrê dike ku gelê me hêvîdar be.

Hêvî dikin sala nû, sala 2019ê bibe demê vê xewn û xiyala geş ya gelê me.

Sala nû, sala 2019ê bila ji bo mirovahîyê pêkve bibe demê aştî, tenahî, azadî, demokrasî û wekhevîyê.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike.

Peyama KNKê ya Sersala 2019 an.Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê