Languages: English ‏سۆرانی‎

Dewleta Tirk Gef û Êrîşên Xwe li Ser Rojava û Tevayê Kurdistanê Zêde Kirine

Dewleta Tirk hedefa xwe zelal kirîye. Ji bo têkbirina deskeftîyên gelê Kurdistanê sûnd xwarîye. Pratîka wan ya van salên dawîyê vê yêkê bi berfirehî nîşan dide. Li bakura Kurdistanê wêrankerîya xwe didomîne û Kurdistan li xelk û rêvebiran kirîye zîndan. Adeta bêhn li xelkê Kurdistanê hatîye çik kirin. Rêvebirîya dewleta Tirk, cepheyê Erdogan û Bahçeli sîstemekî xeddar ava kirine û tinê bi zulma navtixûb namînin û dest bi dagîrkerîya dertixûb jî kirine. Ji başûr ve navçeya Biradosta û li rojavaya Kurdistanê jî xeta Cerablus û Efrînê dagîr kirine. Niha jî hedef kirine navçeyên dî yên rojavaya Kurdistanê, yên ku di bin îdareya hêzên xwumal da.

Serokdewletê Tirkîyeyê Teyîb Erdogan piştî şêwra digel şirîkên xwe Bahçelî û Ergenekonê ferman da ku ji Kobanî û Girê Spî pê ve ber bi Serêkanîyê heta Dêrika Cizîrê timamî korîdora binxetê hilgirine bin kontrola xwe. Armanca wan kivş e; dixwazin îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê hilweşînin. Dewleta Tirk naxwaze ku Kurd digel hevwelatîyên xwe, li welatê xwe Kurdistanê azad bijîn. Di vî warî da Iran û tifaqdarên wan rêvebirên hakim yên Bexdayê û Şamê jî destekdar in. Xala wan ya hevpar rê li ber Kurdan birîne.

Hewildaneke bi vî rengî dê hemû destkevtên Kurdistanê bêxe nav tehlîkeyeke mezin ku ewlehîya wan nemîne. Bi dagîrkerîya berfireh ya rojavaya Kurdistanê ya ji teref dewleta Tirk ve, dê başûra Kurdistanê jî bête dorpêç kirin ku gav bi gav bête fetisandin. Eve tête wê manayê ku hemû Kurdistan di nav halekî man û nemanê da ye.

Di pirsa Efrînê da hate dîtin ku Rûsya li ser hesabê xwe û tifaqdara xwe rejima Şamê ye. Di operasyona Bexdayê ya li ser Kerkûkê da jî hate dîtin ku Amerîka (USA) jî hesabê xwe dike. Di nav vê hesabdarîya dewletên mezin yên li navçeyê da, Kurd û Kurdistanî jî divêt hesabê xwe bi xwe bikin. Dewletê Yekbûyî yên Amerîka, li hember hêzên terorîst û hinej hêzên herêmî li gel hêzên Kurdî di nava tifaqê de ye. Lê mixabin hember dewleta Tirk tengên xwe sist dike û eve jî cisaretê dide dewleta Tirk.

Rewşa nû ya li Kurdistanê û bi taybetî jî rûdana nû ya li rojavaya Kurdistanê, nîşan dide ku dewleta Tirk, dê êrişkarî û dagîrkerîya xwe bidomîne. Beramberî vê xetera mezin rêvebirîya rojavaya Kurdistanê û Federasyona Bakura Sûrîyeyê, biryara seferberîyê dane ku cih û warê xwe, welatê xwe biparêzin.

KNK vê rewşa nû giring dibîne û bang li xelkê Kurdistanê û rêvebirîyan dike ku rûdana nû tenê wekî gefekê nebînin, micid bigirin û tedbîrên parastinê werbigirin û piştevanîya xelkê rojavaya Kurdistanê bikin. Pêkve rêvebirîyên Kurdistanê divêt vê rewşa nû, bi berpirsiyarîyeke neteweyî û niştimanî hilgirine serê rojeva xwe û bi hev ra planê parastina welêt çêbikin û bi yêkdengî bala Amerîkayê (USA) jî bikêşin ku serkevtina Tirkîyeyê, herwisa dê bibe şkestina Amerîkayê jî.

Pitî gefên Erdogan, yên roja 12.12.2018an, frokeyên şer yên Tirkan, rojekî piştre Mexmûr û Şingal bombebaran kirin. Gef û êrîşên dewleta Tirk berdewamin.

Li hember van gef û êrîşan, divê li her derî, gelê me jî li ser pîya be. Roj roja xîretê ye. Xelkê Kurdistanê, rêvebir û hemû dînamîkên welêt divêt li her derê lê, li welat û derveyî welat vê pirsê di serê her karî da bigirin û seferber bin ku rê li ber vê dagîrkerîya dewleta Tirk bête girtin.

Li Ser Gef û Êrîşên Dewleta Tirk SORANÎ
Konseya Rêvebir ya KNKê