Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnama Şêwira Jinen Kurd

Siyaseta Kurdî bi yekîtiya neteweyî li ser astê cîhanî dikarê bi ser bikeve

Komisyona jinên KNKê bi mebesta nirxandina rewşa siyasî li ser asta cîhanê û herêmê nizekayetîya wan li pirsa kurd, şêwirek bi beşdariya jinên siyasetmedarên Kurd bi rêya malpera (zoom) li darxist.

Rojhilata Navîn û bi giştî Cihan, bi guhertinên mezin derbas dibe. Hêzin cîhanê û yên herêmê jî li gor berjewendîyên xwe tevdigerin. Ji bo pergala xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin, siyasetekê taybet dimeşînin û dixwazin her kes bixin jêr kontrola xwe. Kurdistan jî ji hêla siyasî, aborî, leşkerî û hêla erdnîgarî ve bi vê rewşe bandor dibe.

Şêwrê di, beşa yekê de li ser teghîştina hezên derve derbarê Kurdistanê de rawestiya. Di vê beşê de siyaseta Amerika li himberî kurdan hat nirxandin. Di nirxandin û niqaşande hate destnişan kirin ku Amerika piştî hilbijartina Joe Biden siyaseta xwe li ser esasê parastina berjewendîyen welatê xwe bimeşîne, lê mumkun be hinek guhertin jî çebike. Siyaseta Amerîka di dema Trump de zedetir dijî Kurd bû. Ev him zerar da Amerîka him jî da Kurdan. Di dema Trump de gelêk heremên Kurdan li Rojava bi alîkarîya Trump ji alîye dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.

Dewletên Yekîtiya Ewropa û Rusya jî bi berdewamî di çerçova berjewêndîyên xwe, xwedîye heman cur siyasetin. Nezikbûna wan ji bo Kurdan gorê berjewendîyên wanin. Di Yekîtîya Ewropa de zedetir sîyaseta kevin dijî Kurdan tê karanîn. Lê hinek dewletên YE edî nikarin wek berê nezê Kurdan jî bibin. Rûsya ji dikarê bê gotin ku, edî Kurdan dibîne û dizanê bê Kurd ne peşêroja Sûrîya ne jî ya Iraqê nikarê be zelalkirin.

Lê, hemû hezên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistan de ne di nav riqberîyê û pevçûnande ne. Her çend car caran li hev werin jî ev lihevhatinên taktîkîne. Ji ber berjewendîyan edî niakrin hevkarîyên stratejîk pek bînin. Li alîye din hemû ji ber destkeftîyan Kurdan îro mecbûr manê Kurdan bibînin û gorê we jî tevbigerin. Kurd edî di Rojhilata Navîn de dîtwarin.

Dewletên dagîrker yên Kurdistanê di serî de dewleta Tirkiyê jî, ji heza Kurda ditirsin û stratejîya qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin. Dewleta Iranê jî tenê bi rê û rêbazên xwe ji ya Tirkan cûdatire. Siyaseta dijminatî li himberî Kurdistan bê navber dimeşînin û dixwazin Kurdistanê di nav alozî, şer û qeyranan ku li Rojhilata Navîn hene bifetisînin û deskeftiyên gelê kurd ji holê rakin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan ji kurdan bi xwe re tîne. Jibo vê yekê divê Kurd hesas nêzî vê rewşê bibin û tevbigerin. Hat tekez kirin ku kurd di roja îro de xwedî hêzin û wek aktorekî serekeyî li herêmê û di nava hêzin navneteweyî de tên dîtin. Bi taybet hezên navdewletî edî diznin ku bê çareserkirina pirsa kurd nikarin ji qeyran û aloziyên Rojhilata Navîn derkevin. Kurd bi avakirina siyaseta demokratîk îro di asteya herêm û cîhanê de bûne minak. Ji bo ku dîplomasîya Kurd ya îro pengavên mezin dawejê, encam bigre pewîsti bi yekrezî û yekîtîye heye. Heya niha dîplomasîya Kurd ji ber parçebûna sîyasî nikarê ji derftên heyî encam bigre.

Şêwirê de beşa duyêmîn de niqaş li ser rewşa navxweyî li Kurdistan kir. Bi taybet li ser başûrê Kurdistanê û peywendiyên li gel hikumeta Iraqê hat kirin. Hebûna kriza aborî xelkê Kurdistanê bi bandor dike. Pirsgerikên navbera hikumeta herêm û hikumeta navendî dê, ne şefafiyeta desthiladariyê roj bi roj dibe sedema kûr bûna pirsgirikan. Nakokîyên navbera hêzên Kurdistanî û itifaq nebûna wan dibe sedem ku hebûna Kurdan di nav merkez de lawazbimînin. Disa destewerdana Tirkiye li başurê Kurdistanê hat nirxandin û berfirehbûna dagîrkeriyê bûye sedema nerazîbûn. Avakirina îtîfaqa neteweyî dikarê Kurdan di sîyaseta Iraqê bike hezekê serekê.

Bi gîhîştî niqaşan de dubarê hat gotin ku yek girtina partî û alîyên siyasî li ser bingeha yekîtiya netewî dikarê him li herema Rojhilata Navîn û di sîyaseta navdewletî de rê ji bo serkeftina Kurdan rê vebike. Jinên kurd jî ku bi tekoşîn û rêxistina xwe pêşengî ji bo siyaseta demokratîk û guhertinê di asta Rojhilata Navîn dikin dikarin pêşengî ji bo xebata yekîiya neteweyî bikin.

Komisyona Jinên KNK