Languages: English ‏سۆرانی‎

Ev tawan û şidetên Komara Îslamîya Îranê, nîşaneya lawazbûna dewletê ye!

Sala 2020an, saleke bitaybet ji bo gelên Îranê pir zehmetî bû. Sererayê dîktatorîya rejîmê, rewşa aborîya xelkê hê xerabtir bû û pandamîya coronayê jî bû zêdebarê hemû derdeseriyan. Bêkarî, nedarî û xîzanîyek ku di 42 salên bihurî da zêdetir bûne.

Xelkê Îranê, bi taybetî xelkê Kurdistanê mehkûmê sîstemeke stemkar bûn ku bandor li ser tevaya biyavên civakê kirîye û şîrazeya têkelîyên xelkê têkdane, heta gehaye astê regezperestiya navxweyî jî. Bi vê siyasetê wa kirîye ku xelkê bi şerê tawanbarkirina hev û muhrên îxanetê li ser hevdu parve dikin, bi taybetî li ser wan kesên ku dixwazin behsa demokrasî û azadî û nan û avê diken. Wan bi napak û kufr dihesibînin wan ditirsînin û digirin.

Tenê di sê heftîyên vê mehê da nêzî 100 kes hatine girtin û windakrin ku hejmareke zêde ji wan jin û keç in. Ew hemû derfetên wan jî bi wekîl û parêzeran ve nîne û ew qanonên dewletê jî xedî li wan dernakev in.

Di admosfereka weha dîktator û faşîzma mezhebîya dînî, bêkarî, û hejarî û bê xizmetguzariyê da xelk dergerdan kiriye. Yên ku ji sedemên xîzanî û bê deselatî û kêm jiyarîyê hewlên xwekujîyê didin û xwe dikujin, ku piraniya wan Jin in. Dewlet rê bi karê kolberiyê jî nade û bi rêya birçîkirinê, xelkê neçarî teslîmbûna sîstema rewşa niha dike. Arîşeyên xelkê yên malbatî têkdana şîrazeyên civakî beşekin ji nexweşîyên derencamê vê siyaseta aborî û têkdana civakê ya dewletê ye.

Di demên weha da pêwîste gelê kurd û gelên din yên Îranê stratejî û armancên sereke ji bîr nekin û nebne beşek ji leyiztinên dewletê. Yekîtî û yekgirtin û hevdengîya xelkê Kurdistanê tenê fakterek in ku me ber bi elindeke ronî diben.
Kar û erkên xebatkerên Kurdistanê dibe ew be ku hejmara dost û yaran ji bo xebata azaîxwaziyê zêde bikin û doza Kurdistanê rohnî bikin.

Dewleta Îran û Turkiya di nava kris û qeyranên mezin yên aborî û siyasî de ne û di astê navneteweyî da her tê û berteng û bê mitmane dibin. Karbidestên Komara Îslamî ya Îranê di rêya zêdekirina zebrûşidet û çavtirsandinê hewl dide berovajiya wê nîşan bide.

Li ser vê rewşê, KNK daxwaz ji hemû parçeyê Kurdistanê dike ku xwedî ji ked û qorbanî û fedakarîya rojhelatê Kurdistanê derkevin û piştevanê wana bin û li ser xebata yekgirtîya Kurdistanê berdewam bin. Zîndanîyên siyasî serê bilind û hevênê tekoşîna me ne. Serkeftin li her cihekî axa Kurdistanê, serkeftina me hemûyan e û her zirarek jî zirarîya hemû Kurdistanê ye.

Em bi bawer in ku desthelata kevneperestiyê li Kurdistanê wê bişkê û tekoşîna azadîxwazîya xelkê med ê biserkevê!

Li Rojhita Kurdistanê Zext û Girtinên Dewleta Îranê SORANÎ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK