Languages: English ‏سۆرانی‎

Em Komplo û Bêdadîya 15ê Sibata 1999ê, Ya Di Şexsîyeta Birêz Abdullah Ocalan’da Li Ser Hereketa Azadîya Kurdistanê Hatî Meşandin, Bi Tundî Şermezar Dikin!

Li 15ê Sibata 1999ê bêdadîyeke mezin hate kirin. Li milekê mezinekî Xelkê Kurdistanê û serokê PKKê Birêz Abdullah Ocalan, li milê dî dewleta dagîrker Tirkîye û dewletên tifaqdar yên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadîya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgarîya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û nejî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyarîyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jîyanê lê heram bikin.

Tifaqdarên dewleta Tirkîyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtîya Ewrûpayê, Yewnanistan û hetta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pê ra, di xeta neheqî û bêdadîyê da bûne rêz û ji bo berjewendîyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtîya Ewrûpayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebazîyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkîyeyê kirin.

Pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadîyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêvîyê bûn ku PKKya ku pêşengîya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, anjî qet nebe gelek lawaz bibe. Di midehê van 22 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, nejî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15ê Sibata 1999ê da jî gelek xurt bû.

Ew roj yêk û îro du, dijmin û hevalbendên wan şkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd serkevt. Van 22 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 22 salan da heqîyê, dad û dadyarîyê zora neheqî û bêdadîyê bir û di encamê da Ocalan, PKK û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire.

Li bakurê Kurdistanê niha jî dewleta dagirker ya Tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê da êrîşê hemî deskeftîyên Gelê Kurdistanê dike. Dest datîne ser şehredarîyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan da siyasetmedaran digre. Bi vî rengî dixwazi Gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna Gelê Kurdistanê bişkêne.

Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî dijminatîya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê da, bi Îran û Êraqê re kete nava tifaqê û bi eşekere dijmintîya gelê Kurdistanê kir. Sê sal pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir.
Salekî pêş niha jî, êrîşê Serêkanîyê û Grê Spî kir. Dewleta Tirk niha jî dixwazi herêmên din yên Rojava dagîr biki. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye.

Dewleta Tirk eve midehê salekî zêdetire êrîşên mezin li ser qada başûrê Kurdistanê dike. Tam jî di salvegera komployê de êrîşîke mezin birin li ser devera Garê. Ev jî jibo me peyameke ku berdewamîya komployê ye. Komploya di kesayetîya Birêz Ocalan de li Şamê destpêkirîn, dixwazin bi êrîşa qadên Başûr de bigihînin encamê. Li devera Garê, niha şereke dijwar heye. Hêzên Gerîla bi qehremanîyek mezin li berxwe dindin û derbeyên giran li dijminan didin. Destek û piştgirtina vê berxwedanê wezîfeya yekeme. Dewleta Tirk dijminê serkeye, divê hemî hêzên Kurdistanî li hember dewleta Tirk rawestin.

Li ser komploya 15ê Sibatê re 22 sal derbazbûne. Birêz Abdullah Ocalan heta niha jî, girtîye û di bin tecrîdekî giran de ye. Niha dostên gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê “Dem Dema Azadîyêye” kampanyayek mezin jibo azadîya Birêz Ocalan dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KNK jî kampanya azadîya Birêz Ocalan destek dikin û bang li gel û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.

Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yêkîtîya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgarîyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê dê heta serkevtina mezin dewam bike.

KNK di salvegera komploya 15ê Sibatê da careke dî bang li hemû Kurdistanîyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gazîya xwe ya têkoşîna ji bo azadîya Birêz Ocalan û rizgarîya Kurdistanê, yêkîtîya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin.

KNK herweha bang li hemû Kurdistanîyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşerîya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.

Konseya Rêvebir ya KNKê